Mektûba Guhdar D.: ”Carpa Diem”a Bazarekê

19/04/2026
84 caran hatiye xwendin

Rojek piştî danasîna mektûbên Guhdar D. roja Bazarê ye. Hez nakim rojên Bazarê zû şîyar bim. Eger zû şîyar bim jî hez nakim ji yataxê zû derkevim. Zû dernekevim jî hez nakim telefonê bigrim destê xwe. Hez dikim xilmaş xilmaş , çavên min nîv şîyar nîv di xew da, bifikirim: Danasînê difikirim, qelebalixa mezin, heyecana însanan, heyecana min, pir bi hizûr im; çavên min nîv şîyar nîv di xew da pir bi hizûr im.

Serê xwe hêdîka dizivirînim milê rastê. Qîza min şîyar nebûye hê, bi qasî min bûye, lê hê jî bi min ra radizê. Hê pir biçûk bû, yek salî bû, dema ez li nexweşnayê li nobetê dimam, min ew nêzî 30 saetan nedidît. Wan rojan min soz dabû ku heya ew bixwaze bi min ra razê. Wer hîs dikim ku, pîştî pêlêkê eger li odeya xwe razê, ez ê êdî nikaribim bi tena serê xwe razêm. De ku çi be dibêm, ‘’carpe diem’’ Delyadil dibêm.

Li destên qîza xwe mêze dikim. Me do berîya ku em biçin danasînê oje lêkiribû. Gotibû min ‘’Mamî, fîstanê te wek pembe ye, ojeya te pembe be! Fîstanê min şîn e, ojeya min jî bi sîm û şîn be!’’ Mêze dikim ku oje nemaye, zanim, gava dikeve stresê wekî dîya xwe ojeyên xwe diqelişîne.

Dûra li porê wê mêze dikim. Ti carî nexwest porê xwe şeh bike, ti carî nexwest porê xwe girêbide. Ma ne por rihê însanan nîşan dide? Qîza min ji dûzenê hez nake, li ser stîleka serbest e.

Hê li porê wê mêze dikim û ji xwe ra dibêm ‘’Xwedêooo çiqas jê hez dikim’’ ku gotina pîrika min tê bîra min. ‘’Gava gede radizên melek li ber serê wan in, eger hûn di razanê da wan zêde sêr bikin, melek diçin û cin tên li gedeyan miselet dibin’’ Ditirsim bi gotina pîrika xwe, serê xwe dizivirînim alîyê din, bi zorê çavên xwe digirim. Dixwazim ji xilmaşîyê herim xewê, lê nabe. 

Dîsa danasînê difikirim. Nexweşê min, Ferhan Amca.. Jiber kansera larînks amelîyat bû, êdî dengê wî tune li vê heyatê. Lê hatibû dengê danasîna mektûbên Guhdar D. bibihîse û ji dengan pir hez kiribû. Vê hîs û hezkirinê nadim bi malê dinê. 

Bi hizûra zêde û bi xilmaşîya kêm dibe ‘’de rabe’’ dibêm ji xwe ra ‘’de rabe, bes e!’’ Radibim, derî hêdîka digirim û xwe berdidim xwarê. Bavê qîza min ji min zûtir hatiye jêr. Radyoyê vedikim, qehweyan çêdikim û ez û bavê qîza min sohbet dikin heta qîza min şîyar dibe.

Piştî taşteyê, çîçekên roja danasînê hatibûn, dixwazim wan bi cîh bikim. Jiber ku dixwazim axê û pelên çîçekan hîs bikim lepikan nakim destên xwe.. Gava bicîhkirina çîçekan diqede, li destên xwe dinêrim. Nava neynûkên min tijî ax, destê min reş, serê min qirêj. 

Baran destpê dike, destên xwe li ber baranê vedikim, baran li axa destên min dikeve û dişo destên min. Bêhna Qonaxa Îskender Paşa tê min, bêhna wê mekana danasînê. Carpe diem dibêm, carpe dibêm, carpe diem Delyadil, carpe diem çîçekên ji Qonaxa Îskender Paşa hatine mala min, carpe diem. 

Guhdar D.

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON

Tu dikarî ji vê lînka li jêr, ji Spotifyê li mektûbên Guhdar D. yên li ser Perxudres Podcastê guhdarî bikî:



<

Çend Pirs û Çend Cewabên Ser Podcastan

>

Navê Min Nîsan û Nûbihar