Mektûba Guhdar D. û Dilê Dimilmile

16/01/2026
111 caran hatiye xwendin

Dîsa rojeke klasîk ji nava hefteyê û dîsa teqûreqên dinyayê û dîsa şev tê.. Ez û qîza xwe pirtûkên xwe digirin û derin ser yataxên xwe. Bi Çıtır Çıtır Felsefe radize qîza min, ez piçek din dixwînim Şerê Dawî yê General û ji MUBIyê fîlmên xwe diqedînim.

Têm odeya rûniştinê. Dinêrim pir belav bûye mal. Li erdê defterên qîza min, balîf, betanî, çente, şarz, gore, çi dixwazî heye. Destê xwe qe nadimê. Sek-sek dilîzim, xwe diavêjim di ser wan re û derbas dibim.

Ji Leyla Îşxan, Wey Malîno vedikim. Avakadoyekê digirim destê xwe, bi birîn e, riziyaye, diavêjim çopê, yeke din hêdî hêdî diqeşêrim.

Leyla Îşxan dibêje dimilmilî.. Dilê min dimilmile jiber nexweşê min ê îro. Xaloyekî nêzî 80 salî, ji gundekî Bedlîsê hatibû di vê berf û baranê da, li serê wî birîneke mezin.

Cîhekî lê bimîne tunebû, min alîkarîya wî kir, îşên wî hal kir. Xalo girîya, min got ‘’Xalo megrî, tuyê baş bî..’’ Got ‘’Na qîza min, mirin emrê Xwedê ye, tu li min xwedî derketî..’’ Dengê Xalo tê min û dengê Leyla Îşxanê jî.

Jiber ku ketime cilan dilê min diçê şîranîyê. Dolabê vedikim û hingiv derdixim. Di hingivê de morîyekî mirî heye. Wî morîyî bi çetel derdixim hêdika û diavêjim çopê.

Hingiv datînim ber avokado, dibêm na wele tenê nabe, radibim şeraba xwe datînim. Rûdinim li ser qoltixê, Wey Malîno ji nû ve didim destpê kirin.

Tarî ye. Di nava tarîtîya xwe da li xwe digerim. Kelogirî ji cîhê xwe radibim, derim ber çopê. Morîyê min î mirî dibînim. Muzîkê digirim, poşeta çopê girêdidim, derdixim derva. 

Ji çiyayên Diyarbekir bayekî sar tê ser rûyê min. Disekinim, dixwazim ba sermayê bide rihê min û rûyê min. Rihê min vedibe û ez rûyê xwe dibînim.

Kînga wenda bûme nizanim, kînga xwe dibînim, qe nizanim. Zanim, eger wenda nebî xwe nabînî. Vedigerim hindur, darim hinda qîza xwe, radizêm.

Guhdar D.

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Mektûba Zîzê: Heta Xatirxwestinê

>

Îmajînasyona Pêjnek Jazz Podcast