Mektûba Guhdar G.: Zift Tarî

09/06/2026
83 caran hatiye xwendin

Sibe-zû ye, seat 5 e, 5ê derbas dike, bi xewneke ne baş ji xew şiyar bûme. Xewna ne baş; li ber çiyayekî sekinîme, li dora min agir, agir ji avê bûye agir. 

Bi gupegupa dilê xwe radibim dest û çavên xwe dişom. Derbasî mitbaxê dibim, ji bo avê deynim ser û qehweyeke zift vexwim. 

Dîya min ji qehweya min ra dibêje zift e, dibêje, bêşekir û bêşîr wekî jehr e. Lê ez ji jehra xwe, ji qehweya xwe zift, zehf zêde hez dikim. Dibêjim qey wekî jîyana min e zifta min, jîyaneke tarî û bêhêvî. 

Êdî deng tên, jixwe çivîk dîsa berî min şiyar in, dengê erebeyên çopê, dengê zarokên diçin mektebê tevî dengê çivîkan dibin. Bi wan dengan wek ku gupegupa dilê min disekine, wek ku nabihîsim êdî dilê xwe. 

Nêrînên wî yên xem li ser têne bîra min. Gupegupa dilê min sekinîye, lê dîsa êşa dilê min destpê dike. Dil dihewîne dilan yan dixapîne? 

Playlîsta xwe ya melankolîk vedikim ji tableta xwe. Ji Evanthia Reboutsika, Proti Mou Agapi heye li serê playlistê. Difikirim bi muzîkê, çima hezkirin hem nêzik e hem jî ewqas dûr ji min.

Hatime dinê, hatime jiyaneke bêtam, hatime nav gotinen tahl û fikrên şaş. Nikarim tiştekî ji kesekî ra bibêjim, hest min dixeniqînin. Însan ji hestan çêbûye berî hestiyan, hest hestiyan dihelîne, hest kerr dike, kêr dike û perçe dike. 

Hest wisa dike, nizanim ez çi bikim? Dixwazim wî bibînim, lê zanim dîtina wî dilê min geş nake. Dema wî dibînim wîjdana min serûbin dibe, ew wîjdana min serûbin dike. 

Em pir, em pir û pir dereng li hev rast hatin, ez zanim ez ê evîna xwe qurbana wijdana xwe bikim, ez zanim ez ê tena serê xwe bimirim. 

Av dikele. Digirîm û hildikişînim titûna xwe. Îmtihana Borçlar Hukuku heye îro, Hiqûqa Deynan. Min ji bîr kiriye û qet neşixulîme jî. Hiqûqeke min û heyatê jî heye, ne wisa? Heyat deyndarê min e yan ez deyndarê wê me? 

Qehweya xwe ya zift vedixwim, ji telefonê li otobusê dinêrim ku ka li kû ye, û meraq dikim, ew niha li kû ye û otobusa dilê min diçe kû..

Guhdar G.

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Mektûba Abdullah Încekan: Heyat û Rilke

>

No Good Men – Mêrên Rind Tune Ne