Wexta ez li lîseyê bûm obsesyoneka min bi şiîrê çebibû. Wê wextê ta ku ez ji tevan sar bim, min şair-şiîrên Tirkî û şair-şiîrên ji zimanên din bi wergeran hatibûn Tirkî xwendin. Ne çaxa evînê bû, lê şevê du sê SMS dihatin telefona min.
Xortê ku wan çaxan pê re diaxivîm -wê demê dîn û îmana me nivîs bit jî te jibo eşq û evîna xwe nedigot ê ku ez jê re dinivîsim, te digot ê ku ez pê re diaxivim–
Vêca xortê ku wan çaxan pê re diaxivîm qaşo şiîrek nivîsandibû ji min re û nîvê şevê şandibû. Dema min şiîr xwend, li şûna ku romantîze bibim, li şûna ku bi heskirinê teju rondik bin çavêt min ez keniyam.. Bi tîqetîq, bi hîqehîq têêr keniyam û ji kenan hêsir ji çavêt min hatin.Di binê şiîrê da navê xwe nivîsandibû xortê min û bi ser da jî pirs dikir: Min ji bo te nivîsand delalê, ka çawa bûye?
Çelengê min nedizanî ku delala wî bi nexweşîya şiîrê ketiye û bi şev û roj weke gurên birçî şiîran dixwîne, nedizanî ku delala wî dîtiye ku wî şiîr çend kelîme ne têde ji sê şairan dizîye. Ka hela tu ji xwe ra li jixwerazîbûna mêran binêre, heyyyttt!
Nikarim înkar bikim: Xweş honandibû çelengê min, şairê mezin. Min lê vegerand: Te xweş nivîsandiye, lê min dest ji şiîrê kişandiye. Kêfa min nema ji şiîrê tê.
Piştî vê cewabê ti tişt weka berê nebû, zêde dom nekir, wekî şiîra me eşqa me ya ji xweşhonandinekê zêdetir ne tiştek bû, qedîya.
Wexta ku unîversîte destpê kir jîyan bi xwe wekî şiîrek bû: Carna dibû marşek milî, dilê me dikir gupegup, carna dibû straneka azadîyê dikeft ser lêvêt hevalên derdora me, ewan ber bi çiyayên welêt kaş dikir, carna dibû sloganêt bi hêrs, carna dibû fikir, felsefe, polîtîka û her cure aksîyon, carna dibû bejna spîndarekî ji Serhedê, carna dibû Ristemê Zalekî ji navika Botanê, çavhêşînek ji Hekarî, carna dibû bişîrînek eman yeman ji Amedê. Û carna şiîr dibû helbest.
Hînî kurdîxwendinê dibûm, gelek şêrgele diketin jiyana min: Arjen Arî ramûsanên xwe di geliyekî de diveşartin, Rênas Jiyan ji kerba Janya hilnedihat xwarê, dilê xwe bi gulek dida Cegerxwîn, şox û şengekê dil ji Mela dibir, wî digot aşiqan re yek yarî bes, lê Şerko di her derî de evîniyek didît, Xanî ji Kurdan re bextek digerî û textek û tacek û padîşahek, wek ku bilbil peyda nebûbe qulingî dişand bo cewabê Feqiyê Teyran, Baba Tahir digo, ez dil û dilber tevlihev dibînim û ti kesî ji Axtepî re nedigot aferim…
Dawiya Sibatê bû, me agir vêxistibû, ji ber sermayê bû yan ji bo me agirê dilê xwe yî ciwan dida der nizanim, bibû adetê me, me her roj li ser riya fakultê agir vêdixist û li ber govend digerand.
Lewendê min jî, ew pilingê çiya û newalên Botanê jî rabibû govendê, sako li ser mase hiştibû. Avêtina gava pêşîn cesaretek çawa bû hê jî fam nakim.. Du risteyên ku min ser kaxezekî nivîsandibû û xistibû berîka sakoyê wî..
Cewaba min zû hat, li ser du pelên cixareyê, ku pê tutuna Licê dikişand keleşo, nivîsîbû, digot, ez ne şairim wekî te û çend risteyên Mela şandibûn.
Min çend salan bi zanebûn di berika xwe de hişt wan pelan. Piştî ku berê destên me paşê jî dilên me ji hev veqetiyan jî min nederxist. Min xwast ew sako, bi wê sakoyê bîra min, bi bîra min re ew roj li ber zemanê wekî çemekî dîn diherikit asê bimînit, bi înad neqedit, xilas nebit, sibe du sibe, sê sibe, sêsedsibe nebit.
Kengî dibû zivistan û wexta sakoyan dihat, sakoyê min ê reş ku êdî modeya wê derbasbûyî jî digot: “Vaye ez li vir im, destpêka Adarê ye, di berîka min de du pelên cixare, serdema şiîrê ye…”
Diya min, wexta babelotekê -şer bû zerzele bû disa çi qurreder qewimî bû li vî welatê felaketan nizanim- gelek tiştên paqij û kêrhatî kom kiribû, şandibû cihê babelotê. Ji ber ku min tenê du zivistanan li xwe kiribû û bi salan ji nava naylona wî dernexistibû sakoyê min weke ku maxazayê de bit nû bû û bibû qurbaniyekê felaketê.
Dibe ku çûbe mirovek germ kiribe, âlâ, ez li ber wê nakevim lê ew pelên cixareyê? Helbesta min?..
Jiber ku pel gelekî tenik û hesas bûn min herdu hêlên wan bant kiribûn ku nerizin an jî neçilmisin. Min ew bi wî halê wan xistibûn nava kîsikekî biçûçik.
Heke hatibe dîtin ji hêla canik an camêrek ve, ne bawer im avêtibin. Bi ya min kî wê kîsê vekiribit û dîtibit tiştekî ewqasa çûçik bi qedr û qîmet hatiye veşartin teqez fam kiriye û vaye ez bangî wê\wî dikim: Bila germahiya te ji sakoyê min girt tim û daim bi te re bit lê li min vegerîne ew pelêt aîdê min. Li min vegerîne şiîra min ku ez bixim berika xwe û tim û daim serdema şiirê de bimînim.
Guhdar L.Z.