Elîyê Qerejdaxî yek ji 25 dengbêjên ewil ên Mala Dengbêjan bû. Wî gelek kilam distran û li bilûrê jî dida. Bilûra wî her tim li ser milê wî, di hindurê çenteyê wî de bû.
Rojekê min jê pirsî, min got “Apê Elî tu çawa hînê bûlêrê bûyî?” Bişîrî, got: “Wele ez neçûm cem yekî hîn nebûm. Li ber pez min lêxist. Min qeydê pez lêdixist, wî pezî terka min nedikir.” Peyra Apê Elî bilûra xwe derxist û ji min ra du-sê deqîqe li bilûrê da.
Li Mala Dengbêjan min gelek caran bilûra wî, dengê wî guhdarî kir. Wextê dengbêjan kilam distran Elîyê Qerejdaxî serê xwe dida ser gopalê xwe û bi dîqet guhdarî dikir. Ku dor dihat ser wî, wekî ku çavên wî yên kor bibînin, ewil bilûra xwe derdixist, çend kêlî li bilûrê dida û dest bi kilamê dikir paşê.
Di salên dawî de Elîyê Qerejdaxî kal bûbû, dengê wî ne zelal bû êdî, lê stranên wî dîsa jî tesîr li guhdaran dikirin.
Rojekê piştî ku dengbêjan navber da, Elîyê Qerejdaxî rabû hêdî hêdî ji odê derket. Ez li pey çûm. Min dît ku li baxçeyê Mala Dengbejan rûnişt, çûm cem, min kursîyek da hember û rûniştim, min xwe pê da nasîn û min pirsî, min got ‘’Apê Elî çend kilamên te hene?’’
Apê Elî got: “Ez 14-15 salî bûm min kilam gotin. Îro kilamên Qerejdaxê ayrî ne, ê Berîyê ayrî ne, ê Serhedê ayrî ne, qeydê wan ayrî ne. Ez pir ê Berîyê dibêjim. Mêze Delalê Dewrêşê Evdî bibêjim, a heqîqî ev e’’ û çend deqîqe bo min delal stra. Peyra got: “Dengbêjî wekî kanîya avê ye, dizê. Kî bê ez hesabê xwe zanim, dême ew ne dengbêj e. Wallahî ez hesabê xwe nizanim.”
Min herî dawî di 10ê Hezîrana 2025an de dengê kal guhdarî kir, dengê wî heznî bû. Wextê min xebera mirina wî bihîst, vegerîm min têlefona xwe nihêrî tam mehek berî bimire, bi têlefonê pê re peyîvîme.
Elî di sê saliya xwe da hewale derbas dike û çavên wî kor dibin. Wê çaxê nayê tedawîkirin û wisa dimîne. Korbûn di xortaniya wî de zora wî dibe: Ji keçikekê hez dike, lê keçik ji ber koranîya wî pê razî nayê.
Paşê Elî bi Huznîgul Xanim re dizewice. Elî ewqas ji xanima xwe hez dike ku wextê behsa xanima xwe dikir, digot: “De îja ez gulkî li kê derê dibînim kêfa min tê, navê wê gul tê de ye. Wer kêfa min xweş tê, wer bîna min fire dibe.”
Elîyê Qerejdaxî çû, dengek ji mala dengbêjan kêm bû.
Guhdar SH.
Dawîya sala 2025an ra Guhdar SH. ser Elî Dore jî mektûbek nivîsîbû. Tu dikarî ji vê lînka li jêr wê mektûbê bixwînî û lê guhdarî bikî.
Mektûba Guhdar SH. û Oxir Be Apê Elî