Mektûba Guhdar SH. û Oxir Be Apê Elî Dore

14/12/2025
239 caran hatiye xwendin
Elî Dore, 2023. Fotograf: Guhdar SH.

Duh derengîyê şevê ji min re peyamek hat, têde nivîsîye “Hunermendê Semsûrî dostê me yê delal kilamcî Elî Dore mala xwe ji nav me bar kir. ” Di binê vê nivîsê de wêneyê Apê Elî Dore. Xemgîn bûm, çavên min tijî bûn û nizanibûm ku çi bikim… 

​Ew şeva ku ez çûbûm cem Apê Elî hat bîra min; 12ê Kanûna Pêşîn a 2023yan. Êpey wext derbas bûye, lêbelê ew sohbeta wî ya xweş, dengê wî, helwestên wî yên kubar û nazik, taximê lê, gomlekê wî yê ewravî, gustîl û seeta wî… Hemî li ber çavên min xuya kirin. Digel emrê xwe yê mezin bi seetan bi me re peyîvîbû..

​Ez bawer im gelek kesan li ser ekranên TRT Kurdîyê, li ser mecrayên wekî YouTubeyê kilamên wî guhdarî kirine û wî nas dikin. Dîsa jî kurtasî dixwazim behsa jiyan û kilambêjiya wî bikim.

​Elî Dore di sala 1952yê da li Çomaxê ji dayik bûye. Çomax gundekî navçeya Bêsnîya Semsûrê ye. Navê diya wî Zeynê, navê bavê wî Duran e.

​Dore, li ber pêsîra du jinên ku kilam û helbestan dibêjin mezin dibe. Ji vana yek diya wî Zeynê ye ku “zêmar”, bi gotina wî “kilamên şînê” gotine; ya din hevala dîya wî Êma Xecê bi navê berbelav Êma Sazbend e, ku wê jî Elî mêjandiye. Dore ji ber vê dibêje, “Ev dengbêjiya me ji damarê me va tê, ev qabîliyeta me ji dayikê tê.” 

​Dore piştî ku ji eskeriyê vedigere digel hevalekî xwe diçe daweteke li gundê cîran, lê heta digihên gund dawet belav dibe. Elî, li der û dora xwe dinêre, kesekî nas tune, di nav xerîban da ye, piştê xwe dide dîwêr û kilamekê dibêje.  

​Elî Dore, kilama xwe ya ewil “Ez Li Ber Dîwar Im” li vê derê dibêje ku paşê navê vê kilamê dide kaseta xwe ya ewil. Di peyra Dore, digel hevalên xwe Huseyîn, Fadil û Şêx Mihemed grubeke bi navê “Elî Dore Grubu” ava dike. Ew 15 salan bi hevdu ra dibêjin, diçin dawetan, gund bi gund, dawet bi dawet digerin. Hevalên wî sazbend in, ew jî kilambêjê grûbê ye. 

​Kana afirîneriya Dore, hestên wî yên şexsî, bûyerên civakî û siruştî ne. Mijarên serekî yên kilamên Elî Dore, hezkirin û zewaca bêdil e. Çend kilamên din ên ew distrê, Weqasê Kiligê, Şahînê Min, Dewrêşê Evdî ne, wî ser erdheja 2023yan jî kilamek çêkiriye. 

​​Tu çûyî apê Elî… Difikirim, te digot gazî dîya min dikirin, dîya min diçû şînê, kilamên şînê digotin. Kelegorî dibim: Ku îro Zeynê sax bûya wê bihata ser gora te, li ser gora te biloranda… Ku Îro Êma Xecê , mamosteya te sax bûya wê bihata li ser gora te bigota, ”Rabe Elîyê min rabe! Hê zû ye tu bi ku da derî…”

​Ez zanim Apê Elî, te mala xwe bar kir û tu çû, lê bi dengê xwe tu dilê me de, tu di hişê me de, tu di arşîva me de yî. Tu yê bi dengê xwe, bi kilamên xwe tim hebî. Oxir be Apê Elî. Heta dinya xweş be, dengê te li dinê be!

Guhdar SH.

Guhdar SH.,

Ez jî derengîya şevê bi mirina Elî Dore hisiyam. Law, min got, law law, min got, Elî Dore jî miriye. Dengê wî ji bîra min hate guhên min û, bi stran û sazbendîya wî çend herfên min kêm, çend kelîme li zimanê min ketin: Bi simêlê reş î qîr bi porê sipî, dengê xwe li me kir qol û qanad û pî, Baranî law rabe Elî Dore jî mir, mirin namre nagire derî û qêpî.

Omer Faruk Baran

<

#Mektûb2025: Guhdar O.

>

Gepkirina Nîzamîyê Genceyî