Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran, ji vê podcastê mektûbeka Guhdar X. û cewabeka bo wê mektûbê radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wan mektûban bi we ra me.
Merheba,
Ez vê mektûbê ji ber Behra Wanê, ji hember Çiyayê Artosê dişînim. Min çadirê xwe li ser berfê vegirtiye, dinê pir sar e, lê dilê min bi vê mektûbê germ dibe.
Tu dikî bêjî tu vê zivistanê li ser berfê çi digerî.. Min bi xwe xwest ji germa Riha birevim herim cîhekî bi ba û berf û baran. Canê min sar û serma dixwest. Belkî hinek ji ber vê xwestina min ji min ra bêjin dîn û dîwane, lê ez ne bi tenê me, sê hevalên min ên din jî bi min ra ne niha, ew jî di çadirên xwe de diqefilin mîna min. Dinê pir sar e.
Dema ez ji Riha derdikevim rêyên dirêj ez di serî da ditirsim. Ez dibêjim rê dirêj e, zehmet e, giran e, wê çawa biqede. A rê li ber min kin dike, sivik dike, xweş dike, wellahî, bîllahî, tîllahî dost Perxudres Podcast e. Îcar jî min ji Riha heta Tetwanê li Perxudres Podcastê guhdarî kir.
Ez dirêj nekim, û gera xwe ya li sar û sermayê bêjim: Îro me taşteya xwe li merkeza Gevaşê xwar. Dema garson hat ji me pirsî emê çi bixwin, û me menu jê pirsî, got Kürt Boreğî jî heye. Min Kürt Boreği di heyata xwe da nexwaribû, ji meraqan min got hele ez li vir biceribînim, min nîvek Kürt Boregî nîvek jî boregê bi qîme xwest. Dema Kürt Böreği hat, min dî boreg jî nola miletê Kurd feqîr e, tenê nan û rûn û şekir. Xwarina bi navê me jî mîna me ye.
Piştî taşteyê me li Wanê tûrek avêt û ji bo cîhê kampê em bi rê ketin. Di rê da li ber nexweşxaneyekê min dî kalek destê xwe li erebeyan radike. Ez sekinîm, kalê li kêleka min siwar bû. Silav da û bi dilekî bi şewat got ‘’Însanên niha li însanan nasekinin.’’ Min got ‘’Xalo heyran, îtîmat û hurmet nemaye vî zemanî, loma kes li kesî nasekine.’’ Kalekî pak î muhterem bû, ji vî zemanî ne razî bû.
Kî ji vî zemanî razî ye ku? Zar jê ne razî ne, genc jê ne razî ne, kal û pîr jê ne razî ne. Gava berê, berî ez bikevim çadirê xwe, ez li ser zinarekî rûniştim, li ser heyata xwe fikirîm. Mîna fîlmekî di ber çavên min ra derbaz bû her tişt. Hêsir bûn baran barîyan ji çavên min. Ji hevalan min xwe veşart, min got bira kes min nebîne.
Dinê pir sar e. Min pênc qat cil li xwe kirine û min kurkê bavê min rehmetî jî avêt ser xwe. Belkî bi vî kurkî û bi vê mektûbê hinekî germ bibim. Bi xatirê te.
Guhdar X.
Guhdar X.,
Bi mektûba te min him serma hîs kir bi berfê min him germa bi ken û kêfê.
Heyran, sedsala 21ê sedsala stres, depresyon û tenêbûnê ye. Çare-derman ji hinekên mîna te ra kamp e tebîet e, ji hinekên mîna min ra jî karên kultûr û lîteratûrê ye.
Ne îşê îşan pir şa me ku em li rê li hevdu rast tên, xwe li hevdu digirin û dostanîyeka ji dil çêdikin bi Perxudres Podcastê.
Te ji dostanîya xwe ji Perxudres Podcastê ra gotiye dost e, pir û pir spas.
Mektûba te ya ji çadirê zivistanê û bi berfa li ber Behra Wanê ew strana ser Şemîranê anî bîra min.
Dûr, pir dûr ji derd û depresyonên vî zemanî, rabûna govendeka giran dost û dilsozên vî zimanî, di heyata şevereş da hilata hîv li wan şeng û çelengan û stêrkan jî bi şewqa Botan sewtek bida strana wan.
Şemîranê Şemîranê,
mala bavê Şemîranê
me co kêşa ji Behra Wanê
mala bavê Şemîranê
sê sed pale wê berdanê
her palekî sed zêr danê
mala bavê Şemîranê
Omer Faruk Baran
Tu jî dikarî mektûbên xwe ji Perxudres Podcastê ra bişînî. Em her tim jî li benda mektûbên guhdarên xwe ne. Adresa me ya mektûban: omerfarukbaran@hotmail.com