Mektûba Guhdar Zerrîzîz û Cewabeka Saet Çendê Şevê

06/12/2025
160 caran hatiye xwendin

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar Zerrîzîz û cewabeka bo wê mektûbê radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wan mektûban bi we ra me.


Îşev.

Saet yek e. Ewê saet bibe du, sê û heta çar jî. Ev çend şev in ku saet dibe yek, du, sê çar û carna jî pênc û çavên min ji bêxewîyê dişewitin. Mijankên xwe tînim ser hevdû ji bo bîstikek xewê, çendek bêdengîyê. Bêdengîyekê dixwazim di nava serê xwe de. Dilê xalî dixwazim, bes e bila ev dilê bi taswas hiş be. Hiş be, hiş be ku bira êdî dilkê min bi dengê wî, dîtina wî, û fikra wî coş nebe.

Saet yek û nîv e. Hêstir diherikin ser sîngê min. Şil dibim, şilûpil dibim. Hişê min bi dû min ketîye, şîretan li min dike ku êdî bi bizotan nekewînim dilê xwe. Kî guh bidê?

Ev çend salên dawî poşman dibim li ser biryarên dilê xwe. Jixwe dilê min hew ev çend sal in li xwe hay bûye. Ez dibêm xweşhezkirin ne fikreke utopîk e ku çênebe. Lê ev tiştên ku têne serê min, bawerîyên min tînin nêzî sifirê. Hew tînin nêzî sifirê, lê nabe sifir.

Hîn jî dibêm xweşhezkirin divê hebe li vê dinê. Dixwazim ev bawerîya min neqede. Lê wek îşev çend şevên din hebin ewê biqede.

Saet du kêm çarîkek e. Hinekî bêhna min vebû. Hêstirên li ser sîngê min ziha bûn. Dinê ji bo dilên hesas wek cehnimê ye. Belê, wisa ye. Vedigerim ser sohbeta me ya dawîyê. Gotinên wî di serê min de yek bi yek derin û tên û dibe îskeîska min di bin lihêfê de. Diranên xwe diqiricînim û dijdînim. Tama hêstirên şor tê ser lêva min, bêtir diherikin hêstir. Lihêfê hişktir li xwe dihebilînim.

Disekinim. Çavên min dişewitin. Dixwazim zû têkevim xewê. Xewa zarokatîyê dixwazim. Ya ku piştî girî û serêşê tu di xew de dimînî bê hemdê xwe. Hîn serê zarokekî bi min re ye. Bawerîya min bi çîrokên dawîya wan xweş heye. Loma ye ev girîyê bê serûber.

Saet bû dû û ewê bibe sê, çar û pênc jî. Ka bêje ji min re Perxudres Podcast, ka bêje, ew kesên ku Schopenhauer dixwînin, ew kesên ku bi xwendinê felsefeya eşqê dadiqurtînin, ew kesên ku Arjen Arî dixwînin, ew kesên ku dixwînin û xwe xwende û zane dibînin û wextê peyvê bi saetan li meydanan dipeyivin, çima risteyeke wan jî nikarin têxin nava jîyana xwe? 

Ka ji min re bêje, bêje ku ez bes saetan bijmêrim, bêje ku têkevim wê xewa zarokatîyê û bizanibim ev tişt xewn bûn.

Guhdar Zerrîzîz

Guhdar Zerrîzîz, 

Heyran kê dilê te şewitandiye nizanim, lê te bi vê mektûbê derengê şevê dilê min şewitand, te ez xistim xem û xeyalan. Min dixwest ez cewabeka dirêj bidim bo vê mektûba te, lê nikanim, dilşikestî li saetê dinêrim tenê. Bi xatirê te, heta ku sewt ji saetê dişikê, û sîng û sepet xwe dide ser piştê, bi xatirê te.

Omer Faruk Baran

<

Bi Şevên Şîrhelal Şiîrên Eyşem Jînda

>

Bulgarên Sirgûn û Diyarbekira Kozmpolît