Mektûba Mîna Acer û Qehwexaneyên Dêrikê

09/12/2025
315 caran hatiye xwendin

Qehwexaneya Azadê ya Dêrikê ya sala 2025an bi xatirayên Selahattin Bulut û Lokman Ayebe ji me ra bû meraq, bi mektûbeka Mîna Acer êdî ji mekanbûna xwe derket û bû çîrokeka Borgesi bo me.

Çinku şair û nivîskarên Dêrikî ji wan her yek bi awayekî din behsa Qehwexaneya Azadê dike û rastî û realê dibe ser surrealê.

Selahattin Bulut di xatirayên xwe da behsa Qehwexaneya Azadê ya salên 1970î kiriye, Lokman Ayebe bi xatirayên xwe çûye Qehwexaneya Azadê ya salên 1980î û 1990î.

Xatirayan her du nivîskaran di edebîyatê da li ser rêkên xwe dimeşin, lê di rastîyê da malumatên her du nivîskaran hevdu nagirin, hevdu piştrast nakin.

Piştî me di xelekeka Perxudres Podcastê da bi xatirayên van her du zilamên Dêrikî behsa Qehwexaneya Azadê kir, Dêrîkîyeka din, Mîna Acer jî ser vê qehwexaneyê mektûbek ji me ra şand.

Mîna Acer di mektûbê da bi xatirayên bavê xwe ji salên 1980î tê salên 2000î û bi perspektîfa jinekê li Qehwexaneya Azadê dinêre. Di mektûbê da Mîna Acer dibêje:

Ez di salên 1980yî de tune bûm, lê min ji bavê xwe wanî bihîstiye:

Wan salan li Dêrikê, sê-çar qehweyên bi nav û deng hebûn. Qehweya Meydanê, Qehweya Azadê, Qehweya Heramîyan, Qehweya Newalê.

Li Qehweya Azadê, a Newalê û a Heramîyan kesên ku dilê wan bi rewşa welatê me dişewitî rûdiniştin û hinek ser zimanê me û guhertina sîstema kevn dipeyîvîn.

Qehweya Azadê, li wê derê ne tenê çay û qehwe hebû. Di hewşa wê da kitapçiyek hebû, digotin Kitapçiyê Medyayê. Kesên li Qewheya Azadê rûdiniştin, diçûn Kitapçiyê Medyayê kitab dixwendin û vedigeriyan qehwexaneyê.

Wî zemanî Qehwex Azadê wexta cara ewilî hat vekirin navê wê Qehwexaneya Azadê bû û heya niha jî wanî ye.

Vana gotinên bavê min in, lê gelo Qehwexaneya Azadê, bi navê wê yê mezin bi rastî ji bo Dêrîkîyan cîhekî azad bû?

Heta îro jî qehwexaneyên wekî Azadê, tevî ku bûne navendên pêşvebirina fikir û rewşenbîriyê, piranî wekî cîhê mêran dimînin.

Ji ber vê yekê, ji bo min azadî bi rastî wê demê destpê dike ku jinek jî li Dêrikê karibe bi dilê xwe here Qehwexaneya Azadê û li wir qehweyeka tahl û çayeka germ vexwe û behsa kitapçîyê wir bike.

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Desteka Urmîyê û Kultûra Destekê

>

Dostanîya Xelîl Xeyalî û Mehmet Akif: Li Kû Ye Misilmanî?