Mektûba Zinarê Xamo: Ka Wêranşara Berê

31/01/2026
109 caran hatiye xwendin

Merheba, 

Berî nuha bi heftakê filan, di Facebookê da ez rastî rismekî Wêranşarê yê nuha hatim. Min bi meraq çiqasî bala xwe dayê jî, bajarê ez lê mezin bûme, bajarê zaroktî û xortaniya min lê derbas bûye, bajarê min mehele û kuçeyên wî qulik bi qulik nas dikir, li ber çavên min bû wek bajarekî min qet nedîtiye, min ji bin da nas nekir. Fena ku ez li rismê bajarekî xerîb, bajarekî min tu carî nedîbe binêrim.

Zaroktiya min, xortaniya min, dildariya min a pêşî, destpêka kurdperweriya min li Wêranşara apartman lê tunebû, di xaniyekî bi hewşê da dest pê kir; heta 30 saliya min li wir derbas bû. Hewşa me pir ne mezin bû, ne bi dar û bexçe bû, lê gul û kulîlkên me hebûn. Di hewşa me da dara hîro hebû, me di gelek tenekan da gul diçand û ew li ber paceyan, li ser dikê rêz dikirin.

Tam li pişt xaniyê me, di hewşa xaltiya Leylo da du darên tûyê yên mezin hebûn, yek a tûyên sipî bû, yek jî ya tûyên sor bû. Tûyên sipî diweşiyan ser xaniyê me û hewşa me. Havînê li ser xaniyê me wer teperepa zarokan bû. Ez derdiketim, bi wan da diqîriyam, min berra wan dida. Tep rep direviyan, bîstek derbas dibû dîsa dihatin. Çimkî guliyên darê daketibûn ser banê xaniyê me, zarokan xwe rehet digîhandin guliyan û dawdişandin. Heta tû diqediya wer xirecira me û zarokên mehelê û cîranan bû.

Ji wî bajarê 45 sal berê min li pey xwe hîşt – ez derbederî koçberî Ewrûpayê bûm – eser nemaye; bûye bajarekî nuh, bajarekî ez wî nas nakim. Di 45 salan da bajarek çawa kane hewqasî biguhere, bibe bajarekî ez wî nas nekim, ez matmayî mam! Min li ekrana kompîtorê him li rismê li pêş xwe temaşe dikir, bi hêviya ez avahiyekê, xaniyekî, mehela me nas bikim , him jî Wêranşara dema zaroktiya xwe û xortaniya xwe dianî bîra xwe.

Wêranşara berê, başûrê wê ne têda, dora wê giş bexçe bûn, Baxçê Keko, Baxçê Mistoyê Tenekecî, Baxçê Hemo Çawîş. Baxçê Mala Paşê û çend bexçeyên din jî hebûn. Havînan em diçûn nav wan, me xas, xiyar dikirî. Nav baxçan, bin siya daran honik bû, em li bin daran rûdiniştin, me kêf dikir. Carnan jî me bi dizî vedixwar.Seha topê, jê ra digotin Ebre, li ber bexçeyekî bû, çîmen bû. Li kêlekê xupexupe besta ava Kaniya Entînê bû, Ebre û bexçên li dorê ciyê kêf û seyranê bûn. 

Ew der nuha bûye bahra apartmanên beton. Bexçe, mexçeyên li dora bajêr giş bûne aparmanên qutîkên ji betonê. Li qezayek biçûk, di dema min da nufûsa bajêr 9-10 hezar bû, nuha bûye 250 hezar, belkî hîn jî zêdetir, di nav 45 salan da çawa hewqasî mezin bibe, bibe bahra apartmanan?

Heta dawiya sala 1979´a li Wêranşarê apartmana Seydoyê Çuxranî tenê hebû. Belkî 4-5 qatî bû. Mala Seydoyê Çuxranî û mamûrên dihatin Wêranşarê tê da diman.Ew jî temam nebûbû, pêşî hatibû sewaxkirin, dawî û kêlek nehatibû sewaxkirin, fena ku di înşiatê da be, hîn temam nebûbe.

Min hundurê apartmanê, şiklê xaniyên hundur meraq dikir. Bawer dikim sala 1978 ya jî 1979 bû, Keya Îzol ji Swêd hatibû mala apê xwe Abdulkadir Îzolê eczacî. Herdu jî hevalên me bûn. Abdulkadir êvarî ez dawetî malê kirim. Cara pêşî min hundurê apartmanê wê çaxê dît. Kêfa min jê ra nehat, fena ku meriv di hefsê da be. Ezmên xuya nedikir. Piştî derketim Ewrûpayê, berê li Almanyayê, dûra li Swêd, jiyana di qutiyên beton da bû qismet û nesîbê min jî.

Nuha di vî rismê Facebookê da ez bala xwe didimê li Wêranşarê bi hezaran apartman lêbûne, xaniyekî bi hewş, bi dar xuya nake. Berê li Wêranşarê adet bû, hema hema di her hewşa misaîd da darek, du darên tûyê, dara hejîrê û darek tirî hebûn, belkî darên hinaran jî hebûn.  Darên sêv û hirmiyan tunebûn. Lê darên tuyan û darên gulan pir bûn.

Xaniyên Wêranşarê giş kevirî û kerpîçî bûn. Xaniyên mehela Golê, Tekiyê, Qişlê, Kelê kevirî, kevirên reş û sipî bûn. Hin xaniyên mehela Xincika jî kerpîçî bûn, yanî ji axê bûn. Mehela Xincika, li jora Wêranşarê, meheleke nuh û ya feqîran bû. Giş xaniyên wek holikan û kerpîçî bûn. Nuha li Wêranşarê xaniyên kerpîçî, bi hewş, bi dar hema hema nemane. Wêranşar bûye derya apartmanên beton, ne li gorî hewa û îklima Wêranşarê. Milet, germa havînê di hundur wan qutiyên betonî da dikele.

Di sala 1980´î da gava hatim Swêd, jiyana min a di apartmanan da dest pê kir, berê zor bû, dûra hêdî, hêdî fêr bûm. 23 salan me gelek apartman, cî û war guhert.Di sala 2003´a da me xaniyê xwe firot û me xaniyekî bi hewş, bi bexçe kirî. Jiyana di xaniyekî wiha da xeyala min a herî mezin bû, ez û xanim em gihîştibûn armanca xwe. Em 22 salan li Alby, di wî xaniyê bi hewş da man. 22 salan me tê da kêf kir. Îsal, hinekî ji mecbûrî me ew xaniyê xwe yê bi hewş firot û em dîsa vegeriyan xaniyekî beton. 

Zinarê Xamo

<

Raporên Partîyên Meclîsa Tirkîyê û Xatirayên Aralov

>

Meha Yekê – 2026: 215 Dolar