Mektûba Zîzê: Barê Stenbolê

01/02/2026
157 caran hatiye xwendin

Îro çileyê zivistanê ye, rojek sar û seqem e li Stenbolê. Vê sibê, kulîyê – em dibêjin kulîlk a rast – kulîlkên berfê hûr hûr dihatin xwar. Bi hatina berfê re kolan hinekî din xweş xuya bû.

Ji berê ve ji berfê pir hez dikim, wexta berf tê divê derkevim derve. Derketim hinekî meşiyam û min berê xwe da pirtûkxaneya Medya Kitabevi. Ev der weke xwediyê wê dibêje “ne tenê pirtûkfiroş e mala Kurda ye” Maleke fireh û bihna pirtûkan jê bifûrê, ma jê xweştir !

Hewa sar bû, li ber şibakeya rengşîn û textî ya ku bi mîmariya malên Beyoğluyê çêbûye rûniştim. Ji ber sermê îro di kolanê de kêm kes derbas dibûn, lê weke her car bi lez û bez… Heger bêjin nîşana vî bajarî çi ye ? Qerebalix û bezandin e, tu nebezê tê negihijê tu tiştî ! …

Ev bajar barê ji xwe zêdetir hildigire, çi qasî diwestê, ewqasî jî diwestînê. Îro li ser min jî giraniyek weke ya bajêr hebû, destê min li ber rûyê min,çavê min li kulîlkên berfê, ponijîm.. Çûm û hatim di nav fikran de.

Çend dem û demsal herikîn di hişê min de, ji çi kêm mabûm ,li kû winda bûbûm, li çi digeriyam? Ji ku re dereng mabûm? Min nelezandibû? An na negihiştbûm tu tiştî? 

Pirsên bê bersiv bûn girêkek di gewriya min de asê man. Dîsa zîz bûm, hinekî din lawaz bûm. Min keserek kûr kişa, min hewl da dûr bikevim ji geremola hişê xwe, çend kêlîyên xweş bi bîr binim û tehma berfa xweşik hilînim.

Ecêb e ,mirov her li bîra xwe ya bi êş asê dimîne, xwe li xeman digire. Dem û kêliyên xweş ji jiyanê, zû tên ji bîr kirin, lê yên tu bi wan êşiya be, kûr çûbin dimînin li cihê xwe.

Îro negihiştibim tu derê bi ser neketibim jî, sibe heye, sibê wê dîsa roj hilbe, wê sibê dinya dîsa ronî be: Di guhê min de stranek dixulxule ji kevnesalan, “çendî geram li şara nem dî kes wek to ciwan be “

Zîzê

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Meha Yekê – 2026: 215 Dolar

>

Deftera Festîvalê: Heta Xeta Bêrîvan Saruhan