Bîranînên dibin birîn dikewînim bi şewata xatirxwestinê..
Ji xwe, ji xewn û xeyalên alayî, ji hêviyên şikestî, ji xweşî û nexweşiyan, ji hebûn û tunebûnan, dema xatirxwestinê ye: Wext hatiye ji çûnê re.
Heta dest nehejinim û nebêjim bi xatirê we, xewnên min ên nefsbiçûk, baweriya min a qerase, hêviyên min ên darkulîlk, bi xatirê we !
Hestê min ê zarokane, sebr û hedana min, ken û giriyê min, xweşî û xemginiya min, bi xatirê we jî !
Ez ê bîranînên birînan vedikin, di nîveşevekê de li nav desmaleke hevrişim bipêçim û hilînim weke xaleke pîroz.
Ez ê bêjim êdî em nema hev dinasin û em ê nema hevdu biêşînin, bi xatirê we: Em ji hev qut heta bi hetayê..
Ez ê xatir bixwazim ji qeraxa behrê, ji binê darê, ji rê û dirbeyan, ji darkulîlkan, ji barana payizan.. Ji kolanên bajêr ên ber bi te ve dihatin û te himbêz dikir hatina rêwîyekê..
Ji bo çîrok biqedê divê xatir bixwazim, dilmayîna xwe bihêlim, barê li ser milê xwe deynim, pişta xwe bidimê û herim.
Bi xatirê te !
Zîzê