Melodies and Memories: The Wide Circle of Musa Anter

08/09/2022
95 caran hatiye xwendin

In his memoirs, Musa Anter wrote about many famous figures of his era—imams, teachers, sheikhs, poets, Kurds, and Turks alike.

These figures were people who became customers at his canteen in Beyoğlu, Istanbul; those who walked alongside him through politics, prison, and exile; those who taught him while he studied law and philosophy; or those who stayed at his hotel when he was a manager in Diyarbakır.

Beyond his commercial endeavors and his writing, Musa Anter’s wit and charm undoubtedly helped him cultivate such a broad social circle.

His daughter, Rahşan Anter, mentions the famous singer Safiye Ayla as part of that wide circle in her own memoirs. Rahşan—whom her father affectionately called “Reşê”—notes that Musa Anter was a true devotee of music and listened to Safiye Ayla extensively.

Reşê explains that her father held Safiye Ayla in high esteem. As a master of classical songs and melodies, she would perform voluntarily and free of charge at fundraising nights held for the students surrounding Anter. According to Reşê, whenever Safiye Ayla took the stage with a microphone in hand, Musa Anter would sing along quietly from his seat.

One particular song from Safiye Ayla’s repertoire remained etched in Reşê’s memory: “Gelse o şûh meclise naz û tegafül eylese” (If that beauty were to join the gathering and feign indifference with such charm).

Musa Anter loved this piece of music dearly; it was constantly on his lips, and that is how his daughter Rahşan learned it from him—just like that, in that very way.

Anter, Musa: Tüm Eserleri, Aram Yayıncılık, 2021 

Kamer, Hatice: Reşê – Kızının Gözünden Musa Anter, İletişim Yayınları 2022

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON

Musa Anter di xatirayên xwe da mele, mamoste, şêx û şair, Kurd û Tirk ser gelek meşhûrên dewra xwe nivîsîye. 

Ew meşhûrên dewra Musa Anter, ya li kantîna wî ya li Beyoğluya Stenbolê bûne mişterîyên wî, ya di sîyaset, heps û sirgûnîyê da bi wî ra meşîyane, ya dema wî hiqûq dixwendiye, felsefe dixwendiye ketine dersên wî, ya jî dema li Diyarbekir midûrê otelê bûye hatine li otela wî mane. 

Xêncî karên ticarî û nivîskarîyê, herhal zarşêrînî û nuktezanîya Musa Anter jî kiriye ku ew di dewra xwe da li derdoreka fireh were naskirin.

Qîza Musa Anter, Rahşan Anter di xatirayên xwe da ji wê derdora fireh behsa Safiye Ayla dike. 

Rahşan Anter, bi gotina bavê wê, Reşê, dide zanîn ku Musa Anter mibtelayê muzîkê bûye û wî gelekî guh didaye ser Safiye Ayla. 

Reşê dibêje bavê wê qedr û qîmeteka giran didaye Safiye Ayla; ew muzîsyena saz û stranên zemanên berê, şevên yardima bo telebeyên li dora Musa Anter, bêpere, bi dildarî derdiketiye ser sahneyê. 

Li gor gotina Reşê, çi gava Safiye Ayla mîkrofon di destan da li ser sahneyê bûye Musa Anter jî li şûna xwe di ber xwe da bi wê ra digotiye. 

Ji repertuara Safiye Ayla ‘’gelse o şûh meclise naz û tegafül eylese’’ di bîra Reşê da maye, yanî ‘’eger ew canika were civatê û bi naz û îşweyan xwe xafilîyê vene.’’

Musa Anter ji muzîkên Safiye Ayla ji vê pir hez dikiriye, ew tim li ser zimanê wî bûye û qîza bavê xwe, Rahşan Anter, Reşê jî ew wilo, ew wisa, ew werga ji wî elimîye. 

<

”Allı Turnam” Edip Karahan

>

Süleyman Nazif: Between Lausenne and Zozan