Du-sê salan berî heyat me bajo bavêje salên 2010î ez seba bixwînim ji Sirûcê çûm Riha, çûm merkezeka cemaeta Fetullah Gülen.
Wan çaxan cemaeta Fetullah Gülen hîn di çavê dewleta Tirkîyê da nebûbû komeka terorê û nedihat bîr û aqil û fikra ti kesî ku ewê ro were û ew terorîst werin hesibandin.
Meseleya terorê pir paşê ye. Wan çaxan, mal û mektebên Fetullah Gülen dar û war bûn û lîselîyên di dersan da jêhatî, belaş, bê ku qurişek pere jî ji wan bistînin distandin cem xwe û elbet, elbet û elbet, ew bi îdeolojîyên xwe xwedî dikirin.
Ez jî ji wan kesên di dersan da jêhatî bûm û belaş diçûm dersxaneyên wan û li cem wan dimam. Ser îdeolojîyê jî min zanibû Sirûcê sewt û sekneka sîyasî ya Kurdbûnê daye min û min digot ne mimkun e bayê fikrên Tirkbûnê li min keve li merkezên Fetullah Gülen. Tenê min dikira heta îmtihanên unîversîteyê îdare bikira.
Lê îdare nedibû: Dersxaneya ez diçûmê, cîhê ez lê dimam bi miletên Riha, bi Ereb, Kurmanc, Tirk, Tirkmen û Zazayan dagirtî bûn û bixwazî nexwazî minaqeşeyên ser kok û tokên etnîk çêdibûn.
Ser minaqeşeyên malikwêran mala me ez şîyar kiribûm ku ez darim xwendinîyê, ne sîleh û sîyasetê. Mala me ji min xwestibû ku ez tenê li dersên xwe binêrim û bixwînim.
Min li dersên xwe dinêrî, min dixwend, lê ez diketim minaqeşeyan û min li radyoyekê guhdarî dikir: Radyo Medya.
Êvarekê berî dersan ez dîsa li Radyo Medyayê guhdarî dikime – radyoya bi Kurdî tenê li guhên min dikeve û wek ku ez bi dizî dikîm vî îşî – programa radyoyê pirsek pirsî ji guhdaran: Patates bi Kurdî çi ye?
Wan salan jî me dîsa nola niha kelîmeyên pir nêzîkî Tirkî nebûbûn dîrekt orîjînal Kurdî dihesibandin. Çi bû patates bi Kurdî? Kartol bû. Cewaba, min bi telefoneka qaçax ji Radyo Medyayê ra şandibû du hedîyeyên surprîz kiribûn nesîbê min.
Min sebir nekir ku ro hilê, min sebir nekir ku dersxane me berde bo du sê saetan û min sebir nekir ku ez pirs bikim pirs bikim herim cihê Radyo Medyayê bibînim li hêla Bahçelievlera Riha.
Sebir, sebir, sebir, li Radyo Medyayê, Memû Zînekeka giran û qalind û tabloyeka Bedîuzeman Seîd Nûrsî li ser dan min, şîretaka wî jî li ser bû.
MemûZînê ne, tabloyê bala min kişand û şîreta Bedîuzeman jî, gotibû, xwendin, xwendin, xwendin, desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin.
Min tablo û kitab bi tirseka mezin birin cihê ez lê dimam û min di dolaba xwe da veşartin. Xwîna xortanîyê ye, heyecan e, qey sebra min nehat, min kitab û tablo derxistin, hinek ji wan Zaza hinek ji wan Kurmanc raberî 4-5 hevalan kirin ku ew jî jê îstîfade bikin.
Û bû roya din ez hatim qewitandin. Şor û şîretên bi Kurdî, kitabên bi Kurdî serê sedsala 21ê hîn jî bela û bêtar çêdikirin, hîn jî tirs û talûke bûn. Herhal min wê çaxê fehm kir ku desthevgirtina me ne mimkun e; ji wan 4-5 hevalan yekî ez şikayet kiribûm..
Ez bê cîh û war mabûm û min newêribû mesele ji mala me ji kesî ra bigota. Mala me ez ji Sirûcê şandibûm merkeza Riha ku ez dersên bi Tirkî bixwînim, ne MemûZînê û ne şor û şîretên Bedîuzeman Seîd Nûrsî bi Kurdî bixwînim.
Mielimeka min a ji salên mektebên orte li Riha bi cih bûbû, roya dersên xwe diçû Sirûcê, êvarê dîsa vedigeriya Riha. Jiber meraqa min a ser edebîyatê qîmet dida min wê mielimê, kitab didan min car caran û telefona xwe jî dabû min, min jê hez dikir, dîyaloga me dewam dikir. Min rabû jê ra mesaj şand û bi tarîfên li ser mesaj û telefonê ez çûm mala wê.
Dema min ji mielima xwe ra hal mesele got bi Tirkîya xwe ya car caran aksana Trakyayê lêdiket gotinên giran kirin ser cemaeta Fetullah Gülen û got, du sê hefteyan li cem min bimîne, ji kesî ra tiştekî mebêje, bira kes nizanibe tu li vir î, paşê dîsa here cem wan, wê te qebûl bikin, lê li ber xwe mezin meke, kitabên te ne sîyasî ne..
Mielima min ji çepê Tirkan bû, mibtelaya edebîyatê bû, û zaten gava min çavek li kitabên wê xistibû, min kitabên Mehmed Uzun jî dîbûn, ewên bi Tirkî, ewên tercûme.
Ne wexta xwendina kitabên edebîyatê bû. Fîzîk, matematîk, min tenê li kitabên testan dinêrî û ji cemaeta Fetullah Gülen dûr, ji mala me ya meseleya min nizane dûr, li mala mielima xwe, nola fîrarîyan bûm û ez li tevdîreka xwe digerîyam, ji îmtihanên unîversîteyê ra, ji meha Hezîranê ra hindik mabû.
Şeva pêncan bû, dibe şevan şeşan be jî, ez hinekî aşt û adapte bûbûm li malê ku mielima min piştî me tev şîv xwar û feraq şûştin ji min xwest ez MemûZînê ji wê ra bixwînim. MemûZîn, ewa Radyo Medyayê dabû. Min dikira him bixwenda him, him jî tercûme bikira, jiber ku ew Tirk bû û jiber ku Kurdî nizanibû.
Ji destpêka şûştina feraqan, jê pê va, wê şevê bayekî multî-mê ji hêla mielima min dihat ser min, lê min xwîna xwe bi dîndarîya xwe ya hîn hebekî hebû li ser min sar dikir. Bi ser da MemûZîn pir zor bû, min zimanê Ehmedê Xanê hîn tew nizanibû wê çaxê û tercûme jî ne tiştekî wisa bû, tavilê nedibû.
Min xwîn sar dikir, lê dîsa dikelîya bi nefsa zalim û israra mielima min dewam dikir. Hema got ‘’Hema tu çiqas zanî û tu çiqas dikarî ewqas..’’
Misra ji bîra min çûne, Ehmedê Xanê, gotibû, rûyê Sitî û Zînê, ketin ateşê evînê, filan, tiştekî bi vî rengî bû. Ateş rind tê bîra min, çinku bi wê peyvê ra bayê mê, bayê multî-mê hat li perdeya di mabêna min û mielima min da ket, ew rakir ji mabêna me û çû çira vemirand.
Desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin, xwendin, xwendin, xwendin.