Ji zimanê Dêrîkîyan hez dikim, zimanekî zelal î sewt-siwar e; gotinê giran nake li xwe, li xwendevan, temaşevan û guhdaran nabe bar.
Seba ji wî zimanî rengekî du rengan li zimanê xwe xim, min gelek kitabên şair û nivîskarên Dêrikî xwendine heta niha û ez dibînim ku ew tewr zêde gava xatirayên xwe dinivîsin li ser wî zimanê Dêrikî ne.
Çinku xatira bo lezeteka xweş bide bi forma xwe zorê dide şair û nivîskaran ku ew li gor gotina orîjînal hereket bikin, ne bi qesweta standartan ku sewt û stîlê dikuje.
Bo vê lezetê, bo vî zimanê Dêrikê çendek e çend parçeyên xatirayên Lokman Ayebe û Selahattin Bulut dixwînim.
Her du nivîskarên Dêrikî bi bêrikirin û hesret behsa Dêrika salên 1970î, 1980î û wan salên dûra dikin û bi xatirayên xwe trajedîyeka arşîvî datînin kitaban.

Di xatirayan da Selahattin Bulut dibêje bi derbeya eskerî ya sala 1980î ew û hevalên xwe hatine girtin, û xwedîyên Qehwexaneya Azadê ya li kêleka Evîn Kitabevîyê, piştî ku dibînin ku kes nare nê dikana kitaban, dîwarê di mabênê da hildiweşinin, û wê derê giş dikin qehwexane.
Lokman Ayebe, ku hema li dû derbeya eskerî, sala 1981an hatiye dinê, di xatirayên xwe yên ser qehwexaneyan da bi şeklekî din dibêje meseleya Qehwexaneya Azadê, dibêje:
”xwediyê qehwexaneya azadê hesenê simo gava ev qehwexane nû vekiriye navê wê qehwexaneya meydanê daniye, lê ji ber ku gava vebûye li kêleka wê pirtûkfiroşekî bi navê ‘‘azad kitabevî’’ hebûye, navê qehwexaneyê di nava xelkê de her weke qehwexaneya azadê hatiye zanîn.”

Wer tê xanê ku Lokman Ayebe ji mezinên xwe wer bihistiye û wer nivîsîye. Jixwe a me jiber tirsa ji dewleta Tirkîyê ji belgeyan bêtir tim bihîstin e. Ne qeyd ne belge ne fotograf ne tiştek ku xwedîyê Evîn Kitabeviyê Selahattin Bulut jî bi xwe wisa nivîsîye, gotiye:
”Rismekî Evîn Kitabevî li ba min tune û bawer nakim li ba hevalan jî hebe. Wan salan orta me û risman tune bû, ji bo nekevin destên dewletê li komeleyan, li dikanên kitêban, li mitîngan me risim nedikişandin, me digot wek belge bila tiştek li dû me nemîne.”
Hîn çi dûr herim, hîn çi salên 1980î.. Sala 2016an wexta li Tirkîyê dîsa komek rabûbû ku derbeyê bike min bi xwe barek belge û flashdîskên fotografan şewitandibûn. Li welatê tirsê arşîv nabe kultûr, bîr kûr dibe, kûr dibe û dibe derd dimîne, heta ro tê û xwe bîr dike.
Meşa Kîso – Çîroka Medya Kitabevi, Selahattin Bulut, Weşanxaneya Avesta – 2025
Çi Şên E Qehwexaneya Bajêr, Amedekar: Înan Eroglu, Pall Weşan – 2025