Muzîka Bê Partî û Pîyasa

28/04/2022
104 caran hatiye xwendin

Muzîsyen Nizamettin Ariç di kitabeka Besime Şen da bêyî ku bi nav bike dibêje ‘’Gava partîyek stranbêjan derxe pêş bi sed hezaran kesan, partî bi xwe mezin dibe, lê stranbêj biçûk dibin.’’ 

Ariç dibêje bi vî awayî partî xwe li stranbêjan radikişîne û dibêje ‘’Tu kî yî ku, tu nikarî bo deh kesan konserekê bidî, min tu derxistî pêş bi sed hezaran kes.’’ 

Delîl Dîlanar jî sal 2015, dîsa di eynî kitabê da bi gazinc dibêje ‘’Ez naxwazim derkevim pêş du sed hezar kesî, dixwazim li saloneka xweş bo sê sed kesî konserê bidim, bira rê li ber min negirin, ez destekê jî naxwazim.’’ 

Sal 2022, Delîl Dilanar li Diyarbekir, Mêrdîn, Riha û Stenbolê li salonên otel, magaza û kongreyan bi serê xwe konseran dide.

Belkî Bala Te Bikişîne:

Ozan Şahturna û Şiîreka Baranî

<

Saeteka Carpe Diem, Peyvek û Pêşgotinek

>

Paramparça û Telîf û Teoman