Navê Min Nîsan û Nûbihar

23/04/2026
83 caran hatiye xwendin

Vedikim, li hejmara 1ê ya Kovara Nûbiharê dinêrim ji sala 1992yan û bala xwe didim ser ferhengoka wê ya li talîya kovarê. 

Bo meha 12an, bo meha dawî ya salê ‘’Berçile’’ hatiye nivîsîn di ferhengokê da. Nû dibînim ‘’Berçile’’yê. Zanim pir in navê vê meha 12an; Kanûnkiz, Berfanbar, Kanûn, Kanûna Yekê, Kanûna Pêşîn û tew belkî çend navên din jî.  Min a pir ‘’Berfanbar’’ xwendiye di kovar û kitaban da. 

Heta niha jî miletê me navên mehan tam ji hev dernaxe. Ne îşê jihevderxistinê ye. Navên mehan, ew navên hema bêje herkes zane, mehên biharê ne tenê, Adar, Nîsan û Gulan..

Ew navên mehan bûne navên însanan jî. Navên wan Adar, navên wan Gulan min gelek kes nas kirine. Adar û Gulan bûne nav, temam, lê eceb çira Nîsan nebûye nav? Mehneya wê jî xweş e ha: Etîmolog dibêjin koka Nîsanê heta zimanê Sumerîyan dare û mehneya wê nûber e, berê nû yê çandinîyê ye yanî.

Ehmedê Xanî jî tiştek li hev anîbû ser Nîsanê, kêm zêde digo, ji wextan hat meha Nîsan, derya barîya ji ewran dîsan. 

Him pêşîyên me ser xêr û ber û bereketa vê mehê dibêjin Nîsan e, çilkek bi kîsan e. Û bo kesên tim şa û şên, ewên tiştek ne xema wan e, dibêjin, jê ra tim 14ê Nîsanê ye.

Lê eger dil melankolîkê malneket be, meha Nîsanê, di orta biharê da jî heyat payîz û zivistan e, heyat Berçile, heyat Berfanbar..

Nola wê stranê eynî.. Ewa ku dibêje hatiye bihar, hatiye deşt û çol kiriye rengîn, dilê alem şad, lê dilê min xemgîn.


‘’Cangil’’ hatiye nivîsîn di ferhengokê da, û li kêleka wê mehne bi Tirkî ‘’orman’’, mekan û meskenê  daran. Min heta ‘’daristan’’ dî jî ew ‘’orman’’ bû li ser zimanê min û xweş jî ditewiya, ‘’em çûne ormên’’ Dîya min dema ji torinên xwe yên Kurdî-kitabî ‘’daristan’’ bihîstibû, bi wê ecêb hatibû, ‘’cangil’’ jî bi wê ecêbê min ecêb tê. Ji zimanên Îranî maye muhtemelen, lê îro ya li ser dev û lêvan, ‘’daristan’’ e.

‘’Dengweşitî’’ hatiye nivîsîn di ferhengokê da, mehne ”propaganda” Rind e ku ”dengweşitî” rûneniştiye li ser zimên û çûye, ”propaganda” heyran, ”propaganda”, propaganda ye.

‘’Goşkar’’ hatiye nivîsîn, mehneya wê, ewên solan difiroşin. Li Sirûcê ne bi herfa ‘’g’’yê, lê bi ‘’k’’yê bû tê bîra min, Çarşîya Koşkaran. Û ji firotina solan pirtir, li vê çarşîyê solên kevn bûbûn, qetîyabûn dihatin tamîrkirin. Dema min solek dibir çêkirin dida, min bi heyranî li koşkêr dinêrî. Însanê ji karê xwe hez dike û dike heyranîyekê çêdike.

‘’Hevpeyvîn’’ hatiye nivîsîn di ferhengokê da û li mehneyê hatiye gotin ku roportaj e, sohbet e. Hez nakim ji ‘’hevpeyvîn’’ê. Bi min wer tê ku lazim e ew ne ‘’hevpeyvîn’’, lê ‘’tevpeyvîn’’ be. Îhtîmaleka mezin ji kovar û kitaban ketiye ser zimên ‘’hevpeyvîn’’, pir meraq dikim cara pêşî kê nivîsî, li kû nivîsî.

‘’Name’’ hatiye nivîsîn, mehne ‘’mektûb’’ Ez a pir ‘’mektûb’’ê tercîh dikim. ‘’Mîrname’’ya Jan Dost tesîreka mezin li kiribû, lê dema min ji sazbendekî ji hêla Efrînê bihîstibû ku dibêje ‘’Kul û cefayê, ez û tu ne, mektûba di zerfan da ez û tu ne’’ ez bi vê gotinê serxweş bûbûm û çend salan li ser fikirîbûm. Hîn jî li ser difikirim, ‘’Mektûba di zerfan da ez û tu ne..’’ 

Çend ferhengan bidin min, çend ferhengokan çêkim di qafê xwe da, ez nizam ez ê çito bêjim ‘’Mektûba di zerfan da ez û tu ne’’ 

Omer Faruk Baran

Tu dikarî ji Spotifyê jî li vê xelekê guhdarî bikî.

Eger te ji vê nivîsê hez kiribe tu dikarî li van nivîsên li jêr jî binêrî. Belkî tu ji wan jî hez bikî:

Kovara Nûbiharê Ser Hereketa Şêx Seîd Dosyeyeka Dagirtî Hazir Kiriye

Radyoya Mirinê Radigihîne û Fotografek

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Mektûba Guhdar D.: ”Carpa Diem”a Bazarekê

>

Sewta Seîd Yûsif û Sînor û Sewda