‘’Ferat’’ di aqil û zimanê zarokîya min da nola navê golekê bû, mezin bû, derya-deniz bû.
Hem bi min wer dihat ku li dinê çiqas çem hene navê wan tevan ferat e.
Gol, derya-deniz, çem li hêlekê, di fikra min da avê li kû ji xwe ra rêyek çêdikir û li ser bi quwet û heybeta xwe dikir xuşexuş ew der ferat bû.
Li Sirûcê her havîn me çend royan carê dibihîst ku yek di ferêt da fetisîye. -Ferat bi tewanga nêr ditewîya di gramera me da, ditewîya û dibû ferêt-
Jiber germa ku havînan dinê disincirand, çare li ava sikîsar, ekserî gênc royên Bazarê diçûn xwe dikirin ferêt û bi xwe ra bi girî û hêsir yekî fetisî dianîn.
Mişterîyê dikana bavê min, nalbendek hebû, hosteyekî henûn bû, min ji efendîbûna wî pir hez dikir.
Bazarekê ji ferêt xebera mirina wî hat. Li ber pêlên ferêt ketibû hoste, fetisîbû.
Berî cinaze were ber malê, jinan şîn danîbûn, porên xwe diriçûkandin, li sîngên xwe dixistin. Jinekê, herhal dîya hoste bû, bi qasî di bîra min da maye, digot, ferato ferato, cîger kir şewato, çelengê min çû û nato, min oxir kir û şando, te peyayî şebab çito fetisando..
Piştî şînê, hefteya din ku îcar şagirtê wî li şûna hosteyê xwe hatibû ji dikanê hûrmûr bikire min hizna li ser rûyê wî dîbû, hizna ku ferêt li rûyê wî xistibû; çi hizneka giran bû ku heta niha jî nola ku ne duhînî, lê pêr be li ber çavên min e.

Min hem li mekteba Tirkan, hem bi stran û sînemaya İbrahim Tatlıses ‘’Fırat’’ jî bihîstîbû, lê demeka dirêj jî min ‘’Fırat’’ û ‘’Ferat’’ eynî nehesibandibûn; hîn jî Ferat bi min samîmî tê, bes Fırat resmî ye sankî, nola navekî ferman li ser e.
Etîmologên ser ‘’Fırat’’ê şixulîne tevî ku tesbît kirine ku ew kelîmeyeka kevn e jî heta niha jî mehneya wê nedîne, kes nizane mehneya Fırat çi ye. Ne kitab û katib, etîmolojîya milet ji xwe ra xweş li hev anîye bes, mehneyek dîye, dibêjin, ava li çêm ‘’fere hatiye’’, ‘’fireh hatiye’’, ‘’fere hat’’, ‘’fere hat’’ bûye Ferat. Hez dikim ji etîmolojîya milet.
Ew etîmolojî ku pir rihet, nola ku pir rast be dibêje Meke û Medîne jî bi Kurmancî ne: Çi ye, Xwedê, Adem û Hewa ji cinetê qewitandine û avêtine rûyê dinê. Adem wexta ku destê xwe avêtiye pêsîrên Hewa ku wê ramûse, Hewa gotiye ‘’Meke! Me dibîne! Xwedê me dibîne! Meke me dibîne..’’Çûye hêlekê Adem, çûye hêlekê Hewa. Hêlek bûye Meke, hêlek bûye Medîne. Meke, me dibîne! Meke û Medîne ji vê gotina Hewa çêbûne.

Hidûdên dîn û îman, hidûdên însan çêdikin pir caran bi min bêmehne ne. Çinku tê talê nefs û nîyet derbaz dikin wan hidûdan, kîn û xwîn wan hildiweşînin.
Lê hidûdên bi çem û çîya hidûdên tebîetê ne, hikmê însanan li wan nabe û ew heta radeyekê ji rastîyê raber dikin.
Şormîsal, tarîx bi hezaran sal in raber dike ku xerbê Ferêt û şerqê wî ne nola hevdu ne, nola hev nabin.
Ji av û hewaya xerbê Ferêt e çi ye, ew hêl tim rengekî, dengekî derdixe pêş û ewên din dikuje.
Mesela wextekê li wê hêlê, li xerbê Ferêt, kî çi kes bûye jî seba medenîbûnê dixwestiye xwe Yûnan bihesibîne, dixwestiye bi zimanê Atînayê xeber bide.
Loma qewmên li xerbê Ferêt, çiqas qewmên qewîn bûne jî di bin hikmê Yûnanan de helîyane çûn, lê li şerqê Ferêt, Kurd mane, Ermenî mane, Laz mane, Gurcî mane, Suryanî mane, mane û mane.
Îro li Tirkîyê, li xerbê Ferêt tu bixwazî nexwazî bi zimanê xwe, bi rabûn û rûniştina xwe tu ro bi ro dibî Tirk, lê li şerqê Ferêt tu doza Kurdbûnê dikî, dixwazî wek xwe bimînî û dimînî jî.
Bi min ne sîyaset e, ne ku Enqere û Diyarbekir li hev dikin yan li hev nakin, tebîet e, kî çi bike jî, xerb û şerqê Ferêt li hev nakin û wê ti carî jî tam li hev nekin.
Xerb û şerqê ferêt li hêlekê, Ferat bi xwe li hêlekê, min Dîcle cara pêşî di kitabên dersan da dî. Heta min di kitabên dersan da dî jî min berê Dîcle ti carî nedîbû û nebihîstibû. Ne min got, jiber feratê zimanê min î zarokîyê min digot qey ji çeman ra dibêjin Ferat, yanî li gor wî zimanê min, Dîcle jî ferat bû, feratek bû.
Li Sirûcê navên wan Ferat hevalên min hebûn, lê Dîcle ne navê ti kesî bû, bes ji herfên wê, ji rengê dengên wê bi min wer dihat, min texmîn dikir ku ew navê keçan e.
Salên unîvrersîteyê navê wê Dîcle dema min keçeka porxelek a ji Batmanê nas kiribû, ez rind zanim ê gupegupa dilê min zêde kiribû, ne rûyê wê, ne kenê yê wê yê nazenîn, berî her tiştî navê wê bû.
Ji navê xwe pir hez dikir Dîcleyê. Di belgeyan da bi ‘’c’’yê bû navê wê, lê wê bi herfa ‘’j’’yê digot, digot ‘’Dîjle’’ û meseleya guherîna ‘’c’’ û ‘’j’’yê digot. Carekê dîsa wê di komekê da ferqa Dîcle û Dîjleyê got û bi şûnde min jî ser guherîna ‘’c’’ û ‘’j’’yê got ‘’car caran ‘’can’’ jî bi hezkirin dibe ‘’jan’’, lê şairîya min tesîr li koma me ya şiîrnezan û Dîjleya awir-afat nekir û ez ji her duyan jî dûr ketim.
Etîmolojî dibêje ‘’Dicle’’ jî kelîmeyeka kevn e û nola ‘’Firat’’ê mehneya wê jî kes nizane, lê etîmolojîya milet dibêje ji ‘’tije’’yê çêbûye Dicle. Her du jî çem her du jî av, yek fire hatiye bûye Ferat, yek tije hatiye bûye Dicle.

Salên 1940 û 1950î xwendekarên Kurd yên Enqere û Stenbolê li merasîmên navên wan Şevên Dîcleyê kom dibûne, merasîmên mîna Newrozên vî zemanî. Sala 1950î, li Stenbolê dîsa şeveke Dîcleyê. Li merasîmê xeber tê ku kurekî Musa Anter bûye, cemaet dibêje seba xatirê vê şevê me navê kurik kir Dîcle û nav dibe Dîcle. Musa Anter, şa, mîkrofonê digire destê xwe û ji Melayê Cizîrî dibêje ‘’Feyza me weke Nîl e, lê em Dîcle û Ferat in’’
Eger em îstîsnayan bidin hêlekê, ew Ferat û ew Dîcle, du çem, li van erdan çiqas nêzîkî hevdu dibin jî nagihînin hevdu, taaaa li Basrayê li hev dikevin.
Eynî nola wan keç û xortên ku hevdu hez dikin, ewên li van erdan nagihînin hevdu, lê da li hev kevin, dûr diçin, dûr diçin ji van erdan ta heta Stenbolê.
Pir pir Dîcle, pir pir Ferat, ma ne heta mirinê heye heyat.