Delalguhdar,
Nîsana 2026an ji Patreonê bi destekên 46 guhdaran 315 dolar ket hesabê Perxudres Podcastê. Meha Nîsanê S.L., A.B. û İ.H.B bûn destekçîyên nû.
Ji destekçîyan V.V. bi mesajekê got ‘’Li ked û kespa te, li kar û xebata te xweş helal be. Em gelek razî ne ji karê te, her serkeftî bî. Hêvîdar im hîn geştir û xurttir bibe cimaeta Perxudres Podcastê, pêde pêde palpiştên wê. Ez jî ku her pê re bigihêm guh li Perxudres Podcastê radigrim, ji hîkayet û notên li ser heyatê, ji dengê Kurdî xwe bêpar nahêlim.’’
Spas V.V., ji rindî û kubarîya xwe razîbûna xwe dibêjî heyran, pir şa me. Hele ku dibînim guhdarên nola te li xerîbî û xurbetîyan nola xwe bispêrin deng û dilê dayika xwe tên ji dil li Perxudres Podcastê guhdarî dikin bêtir şa dibim. Cemaeta me cemaeteka elît û entelektuelan e, bi hebûna dost û dilsozên mîna te kalîteya wê bilindtir dibe.
Ha meseleya elît û entelektuelan.. Carekê guhdarekê gotibû ‘’A min xwarina min nan û pîvaz e, ez jî guhdara Perxudres Podcastê me, tu çima dibêjî tenê podcasta elît û entelektuelan’’
Gotina wê guhdarê bi min ecêb hatibû. Min ferq kiribû ku dilê wê ser gotina elît û entelektuelan şikestiye, lê tevî dilê wê şikestibû jî şaş bû fikra wê.
Elîtbûn bi ya min ne meseleyake hebûn û tunebûnê ye, ne hesabê pere û zîv û zêran e. Însan kî be çi kes be, ku bi wîjdan û merhemet be û berê xwe bide rindîyê di heyatê da elît e. Û entelektuelbûn ne meseleya dîplomayeka mektebê ye, kî ji xwe ra bi elîtbûnê li ser rêya kultûr, sanat û edebîyatê be entelektuel e.
Straneka bi Tirkî heye, bi sazê Aşık Mahzuni Şerif meşhûr. Di stranê da Aşık Mahzuni Şerif mehedar dibêje, yiğit muhtaç olmuş kuru soğana bilmem söylesem mi söylemesem mi, egît mihtacê pîvazên hişk bûne, nizam ez bêjim nizam nebêjim.
Bira Aşık Mahzuni Şerif bêje, ez jî bêjim, egîdek gava mihtac bibe û li pîvazeka hişk bigere wê çi kêm bibe ji egîdîya wî? Mesele oz û soz e. Egîd bi oz û soza xwe egîd e, ne bi pûl û pereyan.
Li ser rêka rindîyê guhdarên Perxudrs Podcastê bi oz û sozên xwe elît û entelektuel in, loma.
Û loma banga min li elîtî û entelektuelîya te ya delalguhdar, dîsa eşkere, dîsa zelal. Eger Perxudres Podcast pencereyên nû li heyata vedike, perspektîfan dide te, tiştekî li te zêde dike, mebêje hindik e mebêje pir e, tu jî destekê bide ku weşana me dewam bike, nesekine. Spas, pir spas bo destekçîyên tim û daîm û spas pir spas bo destekçîyên nû.