Nivîskarek Ji Kitabekê Çiqas Pere Qezenc Dike?

25/11/2025
102 caran hatiye xwendin

İletişim Yayınları bi kovar û kitabên xwe, bi ansîklopedîyên xwe li Tirkîyê weşanxaneyeka bi nav û deng e. 

Va weşanxaneya ji salên 1980î vir ve li ber xwe dide ku li vî welatê lê nexwendî û nîv-xwendî pir in, îşê xwe bimeşîne. 

Salên 2010î, li Stenbolê, da parîyekî erzantir bibin min diçû ji şax û şubeyên wê dikirîn kitabên İletişim Yayınlarıyê.

Lê çiqas erzan dibûn jî pir biha bûn bo min kitabên vê weşanxaneyê, min ew çiqas di kampanyayên erzanîyê da dikirîn jî biha bûn.

Bes bi hobî û hezkirinê dema min dest bi nivîskarîyê kir, min heqek da bihabûna kitabên İletişim Yayınlarıyê.

Min digot, hew e, pereyên kitaban nîvek bo nivîskaran nîvek bo weşanxaneyê, weşanxane ancax xwe ji zirarê xelas bike û li ser xwe bimîne, lê hesabê min şaş bû. 

Nas dikim çend nivîskarên İletişim Yayınlarıyê, di sohbetên dostane da ji wan dibihîsim ku xercî, telîfa bo kitabên xwe sitandine 150-200 dolar e. 

Nivîskarek bi salan xwe dide ber, bi ro û şev ser dişixule, bi ewqas west û zehmetî kitabê derdixe û pereyê ku ji wê eserê qezenc dike, 150 yan 200 dolar û hew. 

Li vir îcab dike ku ez bibêjim, di Tirkî da, bi weşanxaneyeka nola İletişimê ku rewş wanî be, de îcar hesab bikin rewşa nivîskarên bi Kurmancî û bi Zazakî dinivîsin çi ye.

Bi çend nivîskarên Kurdan ra xeber didim, ewên bi Kurdî dinivîsin. Hinekên wan meşhûr in têra xwe û bi dehan sal in dinivîsin, lê dibêjin me heta niha qurişekî qul jî qezenc nekiriye ji kitaban.

Kî qezenc dike lê kî? Weşanxane? Piranîya weşanxaneyan Kurdan karên xwe wek wezîfeyeka milî dihesibînin û dibêjin ew etarî û ticarîyê nakin, ew bi derxistina kitabên bi Kurdî vî zimanî ji mirinê xelas dikin û dibêjin ne hezkirina ji Kurdî be, ne meseleyeka milî be ew tew vî karî nakin jî. 

Ne nivîskar in, ne weşanxane ne, lê kitabçî ne, kitabfiroş in ewên qezenc dikin? Ji wan dipirsim rewşê, lê ew jî dibêjin bi tesîra sosyal medyayê xwendin pir kêm bûye û kes kitabên bi Kurdî nakire û naxwîne. 

Belkî jî ti kes qezenc nake di Kurdî da, herkes ji kok da di zirarê da ye lê ecêb û enteresan, kitab li ser kitaban derdikevin bi vî zimanî vî zemanî. Pir ecêb û pir enteresan.. 

Omer Faruk Baran

<

Şeveka Şiîr Şiîr Arjenîka

>

Guhdarên Me Bi Mektûban Xatir Ji 2025an Dixwazin