No Good Men – Mêrên Rind Tune Ne

09/07/2026
153 caran hatiye xwendin

Temûza 2026an şeveka bi kelegermê kepisî û fetisî min No Good Men, mehneya wê Mêrên Rind Tune Ne, fîlma Shahrbanoo Sadat sêr kir.

Xêncî dîrektorîya xwe, Sharbanoo Sadat him senarîsta vê fîlma 2026an e him di fîlmê da dilîze.

Fîlma otobîyografîk di ser medya û medyakarên Afganistanê ra behsa jinan, behsa zilm û zordestîya mêran dike.

Afganistan herhal bi salan e li ber çavên herkesî welatekî peqîn û teqînê ye tenê û gava navê wî welatî tê gotin herhal berî her tiştî Talîban tê bîra herkesî.

Talîban, hereketa bi rêberîya Mela Umer, sala 1996an dest bi meşa xwe kir û bi xeta xwe ya Îslamî heta sala 2001ê ji çar paran sê parên Afganistanê kir bin kontrola xwe.

Sala 2001ê, 11ê Eylûlê piştî çekdarên El-Qaydê teyareyan Amerîkî revandin û bi wan êrîş birin ser merkezên eskerî û ticarî, Amerîka jiber dostanîya El-Qayde û Talîbanê ket Afganistanê û Talîban ji hikûmranîya wê ya li wî welatî dûr xist.

Talîbanê bi peqîn û teqînan 20 salan li ber xwe da û bi vekişîna Amerîka ra 15ê Agustosa 2021ê hat serdarîya Kabula paytexta Afganistanê, kontrol dîsa bi dest xwe xist.

No Good Men, Mêrên Rind Tune Ne, fîlma Shahrbanoo Sadat bi heyatên medyakaran, bi hîkayeteka sade û samîmî qala wan çend demên berî vegera Talîbanê dike.

Di fîlmê da, medyakara jin Naru li hêlekê hazirîyê dike ku ji mêrê xwe veqete, li hêlekê jî dixwaze di karên medyayê da jinbûna wê nebe problem û ew jî normal bixebite.

Naru him bi îş û karê xwe, him bi bavê kurê xwe dibîne li dinê edalet tune, dibêje mêrên rind jî tune ne.

Ez jî bi mêranîya xwe li ser fikra Naru me: Mêrên rind tune ne. Bes jin dibe mêr dibe, gava yek dibêje ‘’Mêr ne rind in!’’, pirsa pêşî hema hazir e, ser bav û bira ye pirs: ‘’Bav û birayên te jî ne rind in?’’

Ne rind in. Mêr ne rind in, mêrên rind tune ne. Wer ne rind in ku pêşîyên me gotine mêrê Kurmanc têr bixwe ya mêrekî dikuje ya jinekê direvîne.

Di vê tesbîta zêde zêde rast da tê gotin ku gava fersend bi dest mêran dikeve hed û hidûdê xwe nizanin û seba nefsê dikevin hepsê.

Naru, di fîlmê da berî Talîban were bikeve Kabulê di wê kaosê da bi yardima meslegdaşekî xwe ji Afganistanê derdikeve.

Meslegdaşê wê yê dil ketiye wê bi arê eşq û evînê li şûna ku bi xwe derkeve, Naru derdixe, lê ew fedakarî lekeya li mêranîyê ketiye ranake, naguherîne navê fîlmê, No Good Men, Mêrên Rind Tune Ne.

Navê wê ceng dibe cîhad dibe, ma ne şer û herb meseleyên mêrane ne û talan, tacîz û tecawuz jî li ser jinan e.

Salên 2010î, li ser xeta Îslamî, hikûmranîya DAIŞê hebû li Îraq û Sûrîyê. Wan salan rokê em ordîyek medyakar li Kobanîyê ne, li pişt pîkapekî dirêjkirî cesedekî çekdarekî DAIŞê anîn ber me.

Çekdarê DAIŞê teze hatibû kuştin û li gor malumatên teze bi dest medyayê ketibûn, çekdar ji Sînopa Qeredenizê bû.

Komutanekî Kobanîyê rabû got ‘’Ta ji Sînopê qaşo seba Îslamê hatiye vê derê, hatiye me bikuje, hatiye jinên me bike kole û xizmetçi ji xwe ra..’’

Bi vê gotinê ra medyakarên jin, mîna ku xwestibin heyfa jinan ji wî çekdarê DAIŞê rakin, xwestin çend fotografên din bikişînin bêmehne.

Min fotograf nekişand, min berî fîlma Sharbanoo Sadat jî zanibû mêrên rind tune ne. 

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON


<

Mektûba Guhdar G.: Zift Tarî

>

Fahîşe Payîzê Çi Dixwînin?