Omer Xeyam Çawa Bû Kamiran Alî Bedirxan?

07/02/2026
113 caran hatiye xwendin

Salên lîseyê di kitabên testên zimanê Tirkî da ez car caran li rûbaîyên Omer Xeyam rast dihatim. 

Rûbaî kelîmeyeka bi Erebî ye, koka wê أربعة ya mehne 4 e û şiîrên bi çar xetan raber dike.

Wan çarxetên Omer Xeyam, di wan deman da ku ez hîn nû balix dibûm, pir tesîr li min dikirin û ser meseleyên dîn û zanînê ez dibirim ber pirsên min newêrîbû ez ji kesî bipirsim.

Mesela, di rubaîyeka xwe da, di çarxeteka xwe da yanî, Omer Xeyam mealen digo heta niha kesî tiştek fehm nekir ji dinyayê, tu jî serê xwe pê ra mewestîne, vexwe ji xwe ra şerabê, bike kêf û zewq û sefayê. 

Piranîya rûbaîyên ez di testên zimanê Tirkî da lê rast dihatim Bedri Rahmi Eyuboğlu tercûme kiribû, zimanê wî zêde zelal bû. 

Salên unîversîteyê min îcar çarxetên Omer Xeyam bi Kurmancî, bi tercûmeya Kamiran Alî Bedirxan xwendin. 

duh di ber meyxanê ra derbaz bûm bêhiş û mest
û min pîrek serxweş dît misîn bi dest
min ji pîr re got ma tu ji Xwedê şerm nakî lo
go kerem ji Xwedê ye de her şerabê vexwe lo 

Dema min Omer Xeyam bi Kurmancî dixwend min pir caran ew bîr dikir û min digot qey ez Kamiran Alî Bedirxan dixwînim, min diqot qey ew çarxet çarxetên wî ne. 

Teorîsyenên tercûmeyan heqekî didin vê hisîyata min, dibêjin, însan di fotografan da dibe yekî din û eserek jî gava tê tercûmekirin dibe esereka din; nola wê gotina meşhûr a Arthur Rimbaud, ku digo, ez, yekî din e. 

Alberto Manguel dibêje ji xwendevanên bi Fransizî dipeyîvin wetrê kitabên Dostoyevskiyê Rûsan, ji xwendevanên bi Îngilizî xeber didin wetrê kitabên Proustê Fransizan li refên wan hene, lê şaş in, ne kitabên wan nivîskaran, kitabên tercûmanên wan nivîskaran li refên wan in. Bi vê fikrê Alberto Manguel balê dikişîne ser kar û kedên tercûmanan ku xwendevan pir caran wan nabînin, nahesibînin.


Şairê Îngiliz Edward Fitzgerald sala 1858an rûbaîyên Omer Xeyam tercûme kirine û ji Fraser’s Magazine ra şandine. Salek di ser ra derbaz bûye, lê deng ji Fraser’s Magazineê derneketiye.

Edward Fitzgerald rabûye bi pereyên xwe kitaba rûbaîyên Omer Xeyam derxistiye, lê kitab nehatiye firotan, ketiye refên kitabên erzan. 

Dûra hinek şairên din ên li wê kitabê rast hatine ser gotine şaheserek e û îtîbar li kitabê qesidîye.

Omer Xeyam şairê şerqî, şairê sedsala 12an , Edward Fitzgerald şairê xerbî, şairê sedsala 19an îro sedsala 21ê ku şor mesele dibe rûbaî bi hevdu ra tên bîra xwendevanên Îngiliz. 

Bo Îngilizan wisa ye, wek ku şairê wan rûbaîyan şairekî navdirêj î nav Omer Xeyam Edward Fitzgerald be. 

Sala 2022yan, şevekê, li Diyarbekir li mala min a nêzî Cahit Sıtkı Tarancı Sokakê min şiîreka Cahit Sıtkı Tarancı, şiîreka ez pir jê hez dikim, ji orîjînala wê ya bi Tirkî anî ser Kurmancî. 

Çi gava ez Kurmancîya wê şiîrê vedikim dixwînim ez dibêjim qey min ji Tirkî ji Cahit Sıtkı Tarancı tercûme nekiriye, lê min dîrekt bi xwe bi Kurmancî nivîsîye.

Ku ne ez im jî ez rind zanim şairekî depresîf î derbeder î navdirêj î nav Cahit Sıtkı Tarancı Omer Faruk Baran ew şiîr çêkiriye. 

îşev cara pêşî girîyam
li ber pencereya min a pejmûrde

kanî mal û eyal, kanîn zar û zêç

ka min çi fehm kir
ji meyxane û kerxaneya vê heyatê

her şev wisa sar yataxa min
ka seba çi nabînim sira ve saedetê

Jibo zêdetir malumat:

Dokumanın Arka Yüzü – Çeviri Sanatı Üzerine Değiniler, Çeviren: Orhan Düz, Yapı Kredi Yayınları – 2025

Çarînên Xeyam – Dr. Kamiran Alî Bedirxan, Çapxana Tereqî, 1939

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Binxet-2012: Notên Fatma Savci

>

Gertrude Bell Li Çi Digerîya?