Ozan Şahturna ya sala 1950î li hêla Sêwasê hatiye dinê di zarokîya xwe da jiber nexweşîyan ji her du çavên xwe kor bûye.
Bavê wê rabûye qîza xwe biriye doktoran, bajar bi bajar li çare û dermanan gerîyaye.
Rokê, Ozan Şahturna ya hîn zarok li Meletîyê ji doktorekî ra gotiye ‘’Ez du çavan naxwazim, çavekî jî naxwazim, ji bavê min ra bêje doktor, ez sazekî dixwazim.’’
Bavê haltenik û feqîr, berê hespê xwe firotiye radyoyek kiriye ji Şahturnaya xwe ra, dûra jê ra sazek jî kiriye.
Şahturna ya bê çare û bê derman ji her du çavan kor, di zarokîya xwe da destpê kiriye şor û şiîrên xwe li sazê xwe xistine û deng daye, berê bi plakan, dûra bi kasetan.
Şiîrên wê yên di serî da mîstîk û bi keder, piştî wextekê bi top û tîrên li kedxwaran, li hikûmetan qulibîne ser eserên şiyarkirina wetandaşan. Bi van şiîran ketiye hepsê Ozan Şahturna, sirgûn bûye, ji wetandaşîyê hatiye derxistin.
Perîşan û pejmurde, lê şa bi şairîya xwe pir tişt gotine Ozan Şahturna ku ez ji şiîrên wî ewa ser hilbijartinan pir hez dikim. Di şiîrê da, ku sala 1994an hatiye gotin, Ozan Şahturna mealen dibêje hinek rabûne dîsa careka din bê fedî bê ar behsa hilbijartinan dikin, oy û rey û dengan dixwazin ji milet, lê nabînin felaket û sefaleta milet têda.
Kurd dibin Tirk dibin, li Tirkîyê rêber û rêvebir ji milet pir dûr ketine, ketine pey kêf û konforên xwe û li şûna xizmetê bikin, hîsên milet îstismar dikin, milet dikin kole û xizmetçîyên xwe û li ser ked û bedelên wan rûdinin. Duristbûn, îdealîstbûn, helalî û zelalî bi wan zatan ra nemaye zaten, fedî nakin ji rant û talanê.
Ê min tune sazekî min û ez nizanim bistrêm, lê ku şiîr e, natirsim û li ser rêka Ozan Şahturna ez jî yekê dibêjim:
sexte li serê me bûn partîzan
xwîna milet vedixwin bi hîzan
Baranî bi şorên rast dimeşe
ew bi derew dolab û pirêzan
Omer Faruk Baran
Şakıyan Turna Şahturna – Ozan Şahturna, Can Yayınları – 1998
