Aslîka Qadir di xatirayên xwe da ser Sûsika Simo dibêje li Ermenistanê yekem jina Kurd bû ku dengê xwe kire radyoyê.
Li gor gotina Aslîka Qadir, mêrê Sûsika Simo yekî Ermenî bûye û hiştiye ku xanima wî bistrê û bireqise.
Sûsika Simo dûrî kompleksan, jineka kêfçî bû, dibêje Aslîka Qadir û dibêje, wê çawa dixwest wisa dimeşand heyata xwe.
Wan demên Radyoya Yêrêvanê, Wezîrê Eşo di gazeteya Rêya Teze de nav ‘’Sûsika Me’’ nivîsekê neşir dike û pesnê Sûsika Simo dide.
Aslîka Qadir, dibêje xanima Wezîrê Eşo, Gulo jineke kumreş bûye, ji hesûdîyê çûye derîyê Sûsika Simo gotinên giran kirine.
Gulo pirsîye, gotiye ‘’Ka mêrê min? Mêrê min li vir e?’’, Sûsika Simo ecêbmayî gotiye ‘’Eger tu difikîrî ku ez perê mêrê te dixwim, tu şaş î, cêva mêrê te da mişk dilîzîn. Here!’’
Sûsika Simo, ew Sûsik sala 1977an tenê, belengaz û bêçare ji dinê bar kiriye.