Nivîskarên tirşik.netê, ku ew ser xwe dibêjin tirşikvan, Nîsana 2026an bo Perxudres Podcastê pirsên xwe şandin.
Çend tirşikvanan pir pirs pirsîbûn, lê li panel û konferansan ûsil û edet, pirsek e û pir pir du pirs in.
Loma min jî ji her tirşikvanekî/ê pirsek, du pirs girtin. Da mesele nebe sansur û oto-sansur paşê, ji pirsên tirşikvanan pirsên pêşî kîjan bûn min cewabên wan dan, ne ku min pirs li gor kêfa xwe bijartin yanî, na.
Dirêj nakim, spasîya tirşikvanan dikim bo vê roportaja enteresan û derbazî pirs û cewaban dibim.
Horhorîk pirsîye, gotiye ‘’Te çawa û çima dest bi çêkirina podcastên Kurdî kir?’’ û di dewamê da jî pirsîye ka mehneya vê podcasta bi Kurdî bo min çi ye..
Sala 2022yan, meha Adarê, royeka biharê min li banyoyê dema serê xwe dişûşt, min qirar da ez dest bi podcastê bikim.
Bo min banyo tim û daîm merkeza fikrên nû ye: Gava av li serê min dikeve, ê min mejîyê min dibe tifinga dagirtî bêmehne û ez di xwe da diteqînim wê, belakê ji xwe ra çêdikim. Wê royê jî tifingê berê min da podcastê:
Min li ser blogan, li ser sosyal medyayê dinivîsî, bes gelek kesan bi gazinc digotin, ka ma mekteba bi Kurdî hebû, çi hebû, em nizanin tiştên te bixwînin.. tu çi dibêjî? Bi podcastê min dikira ew gazinca wan kesan pûç bikira, temam, tu nizanî bixwînî, a ji te ra min xwendiye, bi deng e, ji te ra guh bide ser.
Piştî min dest bi podcastê kir min dî ewên bi gazinc li min guhdarî nakin, lê hinekên din bi meraq li benda her xelekeka nû disekinin. Ez neqeherîm ji ewên digotin em nizanin tiştên te bixwînin, ji gazincên wan xelas bûm û min guhdarên nû, guhdarên pir sadiq û samîmî nas kirin.
Vê naskirinê, ne bo naskirina rûbirû bo naskirina dilbidil dibêjim. Çawa bêjim? Wek ku ez ne bi devê xwe li bi dilê xwe dikevim qeydê û guhdar jî ne bi guhên xwe li bi dilên xwe li podcastê guhdarî dikin, dildarî dikin jî dibe ya rast.
Ser mehneya vê podcastê bêjim, mîna bîna çîçekên biharê ye car caran bo min, car caran jî mîna qesweta payîza li benda baranê. Ji her duyan jî hez dikim, mehnaya vê podcastê heyat e bo min.
Cinorek, pirsîye, gotiye ‘’Silav Mr. Baran, li ser Wikipedia tu wek nivîskar, helbestvan, rojnameger û nizam çik hatî danasîn. Bira tu çi yî? Xwe wek çi herî zêde qebûl dikî?’’
Ez gerokek im li xwe digerim di hindur odeya xwe da. Dema diwestim geh cilika xwe li cehnima xwe radixim, ji rindîyê pir dûr xerabîyan li xwe dikim, geh jî li cinetê radixim wê cilikê û rindik rindik li heyatê dinêrim. Îcar car caran nivîskarek çêdibe bi van rewşan ji min, car caran şair, car caran medyakar. Car caran naxwazim tiştekî bikim û tenê dixwazim fotografên cehnim û cineta xwe bikişînim. Tewr zêde, ez niha xwe wek podcaster qebûl dikim. Ew min xwedî dike, ew min dîn û har dike, ew min teselî û sakîn. De îcar belkî rokê podcast jî bêje, nola wê gotina me Kurmancan, belkî rokê podcast jî bêje, min xwedî kir bi arvanan, xelkê hat bir ji xwe ra bi navranan. Texmîn nakim ku jinek, xanim-xatûnek yanî, texmîn nakim ku obsesyona min a ser podcastê qebûl bike û tehemûl bike.

tirşik.ai ser hişê çêkirî pirsîye; pirsîye ka di hazirkirina deng û nivîsên podcastê da ji hişê çêkirî sûd werdigirim yan na, û gotiye eger cewab erê be, ji kû bi çi şiklî?
Dema ez li Diyarbekir bim li studyoya BotanTimesê fersend heye, ez li wir dikevim qeydê, bes li Riha îmkaneka werga tune. Ez li odeya xwe dikevim qeydê, lê dengê televîzyona dîya min, şerê cîranên me jî li qeydê dikevin. Seba ez wan dengan derxînim ez Riversideê dişixulînim. Jibo nivîsan, jibo hazirkirina metnan ez li hişê çêkirî nanêrim. Çinku ez ji hêkên gundan, ez ji sebze meyweyên organîk hez dikim. Ewên çêkirî, sunî û sentetîk tehmekê nadin min, tenê ez zanim zik tije dikin. Bi ser da hişê çêkirî hîn jî malumatên şaş dide. Eger ez ji podcastê malumatên şaş bidim guhdarên xwe, ez ê bi xwe herim xwe bidim ber destê hakim û hekîman, bira cezakî bidin min, bira bêjin vî aqil avêtiye, bira dermanekî bidin min.

rizgarm gotiye û pirsîye: ”merheba perxudres, ez di podcastên te de ji taybetiya nicknamê yanî nenasînê hez dikim. him rehetiyekê dide kesên nameyan dişînin him jî bo xeyalkirinê rêyek xweş vedike. em podcastê bi guh dibihîsin û xeyalekê ava dikin di mêjiyê xwe de. heta ez wer bibêjim; carinan ez jî nameyan ji te re dişînim, dema tu nameya min dixwînî wek ne ez bim dîsa guhê xwe didim ser te û dikevim nava xeyalan. zêde serê te neêşînim, min heta niha nameyên guhdara te “Guhdar D.” yan jî “Guhdar Delyadil” bi meraq dipa. min çavê xwe digirt û wan tiştên vedigot timî bi rûyek nû û xeyalek nû dianî ber çavên xwe. axirê niha piştî çapkirina wê pirtûkê û dîtina rûyê wê xemgîniyekê ez pêçame. helbet qirar qirara we ye ez ji wê re tiştekê nabêjim lê gelo çi bû sedem we ev biryara çapkirina nameyan girt?”
Dema ez mektûbên bi navên mustear bo podcastê hazir dikim, ez çend û çend caran kontrol dikim. Naxwazim malumateka di mektûbê da eşkere bike ku kê ew şandiye. Di mektûbên Guhdar D. da jiber meseleyên wan eşkere bû ku ew li Diyarbekir e, eşkere bû ku ew doktor e, eşkere bû ku ew onkolog e, û gelek tiştên din jî mecbûrî eşkere bûn û xeleka li dora sir û esrarê teng bû. Ji min pir û pir hat pirsîn Guhdar D. kî ye, kî ye Guhdar D.? Heta wê bi xwe qirar da û xwe eşkere kir min ti carî li ti derê ser wê ti malumat neda.
Hinek guhdarên ji edebîyata ji heyatê pir hez dikin çûbûn li xestexaneyên Diyarbekir li navên onkologan nihêrîbûn ku bi texmînan wê bibînin, nas bikin.
Guhdar D. gelek mektûb şandine û hinek mektûbên wê hatine redkirin. Dilê wê ji vê redkirina min, ji edîtorîya min nedima û dîsa dişandin mektûb. Him jiber dîsîplîna wê, him jiber eleqeya ser mektûbên wê min zanibû wê ew mektûb bibin kitab, lê min nizanibû kînga.
Qirar qirara Guhdar D. bû, herhal wê jiber xeleka teng bûbû qirareka wanî da û min jî bi edîtorîya xwe destek da vê qirarê. Ez her tim dibêjim Perxudres Podcast platforma guhdarên xwe ye jî, loma ez pir şa bûm bi derketina kitaba wê; kitab ji vê platformê derketibû û li ser xeteka edebîyata pir-realîst bû.
Piştî kitab derket, Guhdar D. dîsa mektûb şandin, dîsa hinek mektûbên wê hatin redkirin, hinek hatin weşandin. Wê xwest mektûb dîsa bi navê Guhdar D. derkevin Perxudres Podcastê.
Dibe ku ew Delyadil be, lê ew li ber dilê min hîn jî Guhdar D. ye, û ez dibêjim qey derketina kitabê xêncî eşkerebûna navê wê tiştek neguherand, ew jî hîn bi hal û hîsên Guhdar D. dinivîse.
berazî.1 pirsiye, gotiye ‘’Çima Perxudres Podcast ji alîyê Zazayan va nayê zanîn? Gelo Çima O.F. Baran hinekî din li ser Zazakî nasekine?’’
Perxudres Podcast ji alîyê Kurmancan va jî nayê zanîn, ka wê çito Zaza zanibin? Kurmanc jî Zaza jî Kurdbûna bi Tirkî hez dikin, xêncî muzîk û mîzahê karên bi Kurdî bala wan nakişîne. Ez ji Kurmancî bêtir ji Zazakî hez dikim, bes hîn nehatime wê sewîyeya hanê ku rûnim bi xwe xelekeka bi Zazakî hazir bikim, lê pir dixwazim.
Çomo pirsîye, gotiye: ‘’Pirtûka Kurdî ya te ya dawî xwendî kîjan e? Di edebîyata Kurdî da kîjan romannivîsan diecibînî?’’
Min vê dawîyê ser Muhterem Biçimli kitabek xwend, navê kitabê Mêrxas Hebûn Hevalo ye, Faris Medenî Marsil kitab hazir kiriye. Û roman, ez ji romanên bi Kurdî pir dûr ketime. Van deman ti romaneka ez bi heyranî dixwînim tune ji edebîyata bi Kurdî.
brzn, di pirsa pêşî da projeyên min ên siberojê pirsîne û di pirsa duduyan da jî gotiye, ‘’Tu Apocî yî yan Barzanîcî yî? Henek henek, lê em dixwazin hevek derbarê politikayê da, fikr û ramanên te bizanibin..’’
Projeya min a siberêjo bo min maleka bi hewş û heyat, maleka milk û bêkîra ye, debar û îdare bibe temam e, xêncî xwarin û vexwarinê pere têra qelem, defter û kitaban bikin bes e, ji pûlperestîyê hez nakim.
Çito ji pûlperestîyê hez nakim, kêfa min ji polîtîkayê ra jî nayê; çinku li hêla me hîn jî polîtîka bo pûtperestîyê heye ne bo pêşveçûnê. Lê em çi bikin, miletê me ketiye golê, dikê bifetise û destê xwe diavêje kevzê, dibêje qey ez ê bifilitim.
elazizizzetpaşacamii pirsîye, gotiye, ger porscheyeka Omer Faruk Baran hebûya, rengê xwe çawa dibû..
Ez ji rengan rengê porteqalî hez dikim. Porshcheya porteqalî, dûr, pir dûrî xeyalên min e; ez di xewna şevan da bibînim porscheyeka min a porteqalî heye, ez ê kabûs bihesibînim, ji xew şîyar bibim. A rind em porteqalan bixwin, kitaban bixwînin û hew.
şoreşapênûsakurdî pirsîye, gotiye: ‘’Maneya Perxudres çi ye?’’, di dewamê da jî tesîra Celadet Alî Bedirxan, tesîra wî ya ser min meraq kiriye.
Min salên unîversîteyê hemî hejmarên Kovara Hawarê xwendin. Vê kovara bi rêberîya Celadet Alî Bedirxan derketiye ez hîn nola ku hîn nû dixwnînim bi heyecan dixwînim. Çinku di her xwendinê da tiştekî nû keşf dikim, dibînim.
Celadet Alî Bedirxan demekê li Kobanîyê maye û mîrên Berazîyên me yên Deyşta Sirûcê jî destek dane wî ku Kovara Hawarê derxe. Bi vê minasebetê û danûstandinê, xêncî zimanê li hêla Botanê zimanê Sirûcê jî heye di Kovara Hawarê da û ez bi Sirûcîbûna xwe bi vê şa me.
Du Kurdên Stenbolî, yek Celadet Alî Bedirxan yek jî Abdullah Cevdet.. Yek li ser xeta Fransizan yek li ser xeta Îngilizan.. Her duyan jî bi tecrûbeyan berbad dîtin ku bi Kurdan ra sîyaset nabe, dûr ketin ji sîyasetê, rabûn bala xwe dan ser karên kultûrî û kovaran.
Ez li dû wan bi fikrên ser milet, metaryalîzm û modernîzmê, bi wan li heyatê dinêrim, tesîra wan tesîreka rind tê bi min.
Perxudres, kelîmeya wê yanî, sala 2015an li Sirûcê çêbû. Min Ehmedê Xanî dixwend, fîlozofê zemanan digot ez pîlewer im ne gewherî me / xudreste me ez ne perwerî me.
xudreste, kesê xwe bi xwe dixwîne, û perwerî jî ew kesên li medrese û mekteban dixwînin.
Ez tam ne xudreste bûm, tam ne perwerî, min anî ji wan her du peyvan, perxudres, çêkir. Gotina wê zor e, lê ez jî wanî di xwîna xwe da vedigevizim.
mirovekirind pirsîye, gotiye ‘’silav, keko. kar û xebatên te gelek hêja ne, kovargerî/fanzîn, rojnamevanî, wênekêşî, podcast. wekî ez zanim, tu bi tena serê xwe dixebitî. pereyê te hebe, piştgiriya te hebe, tu dê kar û xebatên xwe yên heyî mezintir bikî? xeyala te ya mezin li ser wan çi ye?’’
Prensîb e, jiber ku ez naxwazim karên bi Kurdî belaş bidim çêkirin ez mecbûr tenê dixebitim. Gelek kes dibêjin, ji wan yek jî Guhdar D. bû mesela, dibêjin qey Perxudres Podcast bi ekîbeka mest î mezin weşanê dike.
Bo hazirkirina xelekeka bi kalîte, têr û tije, car heye ez du sê mehan dişixulim. Xelek sê deqîqe ye mesela, lê di sê mehan da hatiye hazirkirin. Herf bi herf ser xelekekê disekinim çinku.
Eger pere hebin, ez ê hinek û kar şixulên wek edîtkirin û redaksîyon û malper û sosyal medya û YouTube filan bidim hinekan, bi xwe tenê ser hazirkirina xelekên nû bixebitim.
Bo Perxudres Podcastê xeyala min a mezin telîf e. The Guardian, bi destekên xwendevanên xwe pereyan dide nivîskar û xebatkarên xwe yên din.
Li cem me kultûra desteka ji dil pêşva neçûye hîn. Çinku dewlet û partîyan bi zorê pere top dikirin tim. Loma, heta ne zor be însanên me naxwazin destekê bidin.
Yek jî gelek kes fedî dikin destekên hûrik bidin û dibêjin ‘’Em nedin çêtir e!’’ Fikreka çiqas şaş e. Ji bo karên dewamdar, hindik bidî lê tim bidî ew kar li ser xwe dimîne.
A Perxudres Podcastê guhdarên wê yên sadiq û samîmî hene û ez bi wan destekên wan guhdaran podcastê didomînim. Destek pir-hindik ferq nake, her destek, fikra wê destekê pir bi qîmet e bo min, û ez ji hemî destekçîyan ra bi qasî budçe çêdibe bi mesajeka Perxudres Podcastê hedîyeka biçûk dişînim. Lê destek hîn nehatiye wê sewîyeyê ku ez xêncî debara xwe û podcastê hinekî jî bidim.
Li ser Perxudres Podcastê mektûbên guhdarên têne weşandin ya.. Xeyala min, xeyala min a mezin, ez bi destekên guhdarên Perxudres Podcastê heqê telîfê bidim ewên mektûbên wan têne weşandin, xeyal be jî xeyal..