Radyoya Mirinê Radigihîne û Fotografek

18/12/2025
158 caran hatiye xwendin

Şerê Dawî yê General, romana Jan Dost, romana ser Mele Mistefa Barzanî ji danan danê êvarê, bi xebereka 2yê Adara 1979an destpê dike.

Di romanê da li gundekî Barzanê, rengê wê qehweyî, radyoyeka Philips xebera mirina Mele Mistefa Barzanî radigihîne û disekine.

Gundîyên li ber radyoyê di şokê da radibin li radyoyê dinêrin, derzîyê bi vir da û wir da didin, lê nabe, wekî ku spîkerê radyoyê tenê xwestibe xebera mirina Mele Mistefa Barzanî bide û here.


Jan Dost dibêje, dinivîse yanî, wê êvara sar gundîyan jiber xebera ser mirina Mele Mistefa Barzanî dixwestin spîkerê radyoyê jê derxin û bidin ber xençeran.

Di dawîya wê xeleka destpêkê da gundîyek radibe radyoyê digire, dibe, diavêje derve û dibêje:

Derew e. Tu derewan dikî. Barzanî nemiriye. Barzanî namire..

Dibe ku tiştekî wisa neqewimibe, dibe ku Jan Dost bi paleya pêlên xeyalan wisa nivîsîbe, lê ne dûrî rewşên rastîyê ye ku bi qehra jiber xebera ser mirina rêberekî yek rabe radyoyê biavêje derve û hûrhûrî bike. 

Ji salên radyoyên Philips ber bi salên televîzyonên Sony va, Ciwanmerd Kulek di xatirayên xwe da behsa fotografeka bavê xwe dike. 

Tarîxê nade nivîskar, lê herhal salên 1990yî ye, Ciwanmerd Kulek dibêje şevekê dikira Abdullah Öcalan derketa kanaleka Tirkan û dibêje hevalên bavê wî, li malê bi makîneyeka fotografan hazir bûne.

Ser wê dema Abdullah Öcalan derdikeve ekranê, Ciwanmerd Kulek ser bavê xwe dibêje:

Li kêleka televîzyonê sekinî û milê xwe, weku biavêje ser çengê hevalekî xwe, danî ser Sonya me ya biçûk. Hingê pêleke şabûnê li ser çavê wî veda, û mêvanê me yê xwedîmakîne pê li bişkokê kir da ku sûretê wî û ê Apo ku di wê kêlîyê de li ser şaşeya televîzyonê xuya kiribû bi hev re bigire.
 
Yek Jan Dost, bi radyo û Mele Mistefa Barzanî, yek Ciwanmerd Kulek bi televîzyon û Abdullah Öcalan, du nivîskar bi xeyal û xatirayan heyranîya bo rêberan raber dikin di kitabên xwe da.

Xewn bû, xeyal bû, çi bû, mîna ku ji radyoyekê be têne ber guhên min deng: Kalên gundê me, bi heyranîya bo Mele Mistefa Barzanî, jiber navê wî, ji bavê min ra jî digotin Mele Mistefa Barzanî.

Û tê pêş çavên min, nola ku min di televîzyonê da dîtibe: Li gundê Abdullah Öcalan, însanên ji bajarên dûr dihatin, digotin ”axa gundê serok e” û şûşeyên avê tijî ax dikirin, dibirin bi xwe ra.

Bi hikmê heyranîyê her tişt mimkun e, û edebîyat, bi xewn û xeyal û xatira, ji heyatê ye, bi heyat e, heyat e talîya talî.

Şerê Dawî yê General, Jan Dost, Weşanxaneya Dozê – 2025

Serê We Neêşînim – Qiseyên Dûdirêj, Ciwanmerd Kulek, Weşanxaneya Avesta – 2022

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Xatirayên Civata Xwendinê

>

Mektûba Mihyedîn Nahrîn û Zilma Hezkirinê