Rêya Rohat Alakom û Rêya Rêya Teze

21/12/2025
323 caran hatiye xwendin
BI DESTEKÊN

Nivîskarê Qaxizmanî-Qersî Rohat Alakom sala 2023yan ser Rêya Teze ya li hêla din a hidûd, li hêla Ermenistanê dihatiye neşirkirin kitabek derxistiye.

Ji şewq û şemala kitabê wer tê xanê ku Rohat Alakom him bi heqê cîranîyê him jî bi heqê heyranîyê li dû Rêya Teze ketiye.

Di pêşgotina kitabê da Rohat Alakom dibêje salên 1970î wexta ew liTunalı Hilmi ya Enqere ya paytexta Tirkîyê li kitabçiyekî dixebitiye, wî bi dîplomatekî Sovyetê ra muhabet geş kiriye û ji wî rica kiriye ku ji welatê xwe jê ra çend kitabên bi Kurdî û gazeteya Rêya Teze bîne. 

Ser wan royên bi tirs û xof dagirtî Rohat Alakom dibêje:

Demeke dirêj derbas bû min rojekê nihêrî ew camêra hat dikanê, li dorberê xwe mêze kir, dema dît ku kes tune, ji paşila xwe nimûneyê rojnamekê û du pirtûk derxistin, got: ‘Ev Rêya Teze ye û ev jî çend pirtûk in ku li Sovyetê bi Kurdî derdikevin.
”

Gotinên di dewamê da tirs û xofên wan royan tam raber dikin, Rohat Alakom dibêje:

Dema min Rêya Teze da destê xwe kela canê min bilind bû, gelek kêfa min hat û min tavilê ew veşart. Him germahîkê û him jî tirsekê hemû bedena min aland û belav bû..

Gazeteya Rêya Teze, 25ê Adara 1930î li Yêrêvan ya paytexta Ermenistanê dest bi neşrê kiriye.

Neşra Rêya Teze nêzîkî 100 salan dewam kiriye û bi nêzîkî 5000 hejmar ji guherandina alfabeyên xwe bigire heta tercîha li ser kelîmeyan û sekna sîyasî di gelek merheleyên enteresan ra derbaz bûye. 

Rohat Alakom dibêje jiber nebûna mercên azad û zilm û zordarîya zêde Kurdên li hêla Tirkîyê ser vê gazeteyê pir tiştek nizanibûn. Rêya Teze bi nûçe û nivîsên Kurdên çûne Ewrupa hatiye bihîstin û dîtin.

Tecrûbeya domdar ya Rêya Teze, hikmê zimanê wê di wexta xwe da ji Rewanê, di ser Qersê ra bihata hêla Mêrdîn û Diyarbekir, biçûya Enqere û Stenbolê wê Kurmancîya medyaya me ya li van hêlan îro çito bûya eceb? 

Bo nimûne, Rêya Teze, Adara 1963yan mesajeka Naza Şîray ya artîst neşr kiriye ku dibêje: Ez ji dil roja Jinaye Orte-milletiyê-8 Martê, eyda wetenvanên xwe bimbarek dikim.

Îro li van hêlan medyayên Kurmancî bo eynî mesajê herfek kêm herfek zêde dibêjin: Ez ji dil Roja Jinan ya Navneteweyî ya 8ê Adarê, cejna hemwelatîyên xwe pîroz dikim.

Elbet ziman li şûna xwe nasekine, lê medyayên Kurmancî yên van hêlan îro ne ku xwe dane ser gotinên Rêya Teze û ji wê gotinên nû çêkirine û pêşve çûne, na; danûstandin bi wê ra nebûye, çênebûye tecrûbe û tradîsyon. Loma îro ne bo medyayên zimanên din, em bo medyayên zimanê xwe fehm bikin li tercimeçîyan digerin.

Tercimeçî, xayet zelal e û îro jî tê fehmkirin çi karî dike, lê îro tu li cemaeta medyakarên bi zimanê Kurmancî nebêjî wergêr lê bêjî tercimeçî şûna wê, wê forsa te bişikê.

Ê de bira wer bişikê, ji tercimeçîyên Rêya Teze, Mîkaêlê Reşîd di şiîreka xwe da gotiye

ez tercimeçî me
ez tercime dikim be’sê dinyaê
halê min çi ye? 

carna ji be’sa xewa min naê
ez çawa razêm
wexta li dinê hê xûn dirije
ez çawa razêm
zar şîrê dayka kuştî dimije 

Bi sewt û stîla vê şiîrê, bi gotina Kurdên li hêla Ermenistanê em bibêjin, merîyê mezin, nivîsarçîyê qedirgiran Rohat Alakom bi kitaba ser Rêya Teze îşaret kiriye ku di tarîxa me da tiştên şan û şerefa me xwedî dikin pir in, lê xebat ser hindik in û kesî nedîtine ew, ew nebihîstine.

Loma nola ku Rohat Alakom jî di talîya kitaba xwe da dibêje Rêya Teze bo Kurdolojîyê kanîyeka giranbiha ye, lazim e hemû hejmarên wê yên di arşîvan da werin dîjîtalîzekirin ku meraqlî bi rihetî wan bibînin û ser wan bixebitin.

Perxudres Podcast

Rêya Teze (1930), Rohat Alakom, Weşanxaneya Avesta – 2023

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Mektûba Doktor Fûad û Axa Bav û Kalan

>

#Mektûb2025: Mîna Acer