Saeteka Carpe Diem, Peyvek û Pêşgotinek

21/04/2022
108 caran hatiye xwendin

Yaşar Kemal ser Musa Anter dibêje ‘’Eger Musa Anter nehatiba kuştin wê barış, wê aştî hîn qolay bûya; wîjdana wî hem têra temsîla gelê Tirk dikir hem jî têra temsîla gelê Kurd.’’

Musa Anter sala 1992yan li Diyarbekir hat kuştin. Yaşar Kemal sala 2015an li Stenbolê mir.

Sal 2022. Gelê Kurd di nêv xwe de ser temsîlê minaqeşeyan dike, meseleyên gelê Tirk jî koçberên Sûrîyeli, enflasyon û operasyon in.


Walter Benjamin sala 1926an di deftereka xwe de dibêje ‘’Herhal li dinê ji her derê pirtir li Moskowê osteyên saetan hene’’ û dibêje ‘’gava însan dibîne zeman ne xema însanên vir e, ecêbtir dibe hebûna ewqas osteyan.’’

Benjamin di dewama van gotinan de bi çavên şaş bûne, bi devê beş bûye, balê dikişîne ser tabelayeka li restoraneka Rûsan: ‘’Vakit Nakittir’’ û li binî jî navê Lenin. 

Elbet bo şoreka wanî klîşe otorîteyek lazim e. Ma ne loma saetçîyên Tirk jî li dikanên xwe gotineka Kemal Atatürk darda dikin: ‘’İsmet, saat kaç?’’

Ji otorîteya Kurdî hîn ti şor nebûye lewhe neketiye dikanên saetçîyan, bes îstatîstîkên Youtubeê raber dikin ku Serkîsofa Mihemedê Resûl, saeta kalikê Kawa Nemir têra xwe zivîrîye. Lê ya min ev demek e saeteka din çerx dibe li ber dilê min: Carpe Diem ya Şehmus Kurt. 

yek ji nişka ve saetê dipirsît 
dibêjimê nîne  
 
nîne me  
ji vê çirkê ji vê deqê ji vê saetê  

 
nîne me  
ji vê rojê ji vê heftê ji vê heyvê  
 
nîne me  
ji vê salê ji vê dehsalê ji vê sedsalê  
 
nîne me  
ji vî ‘emrî pêvetir ‘emrek 


kitab, kitap, pirtûk, kitêb û careka din kitab.

Ger û geşt, serguzeşta vê kelîmeyê wanî ye di devê min de. Ez kitabê ji zimanê dîya xwe elimîm. Dûra ku min dest bi mekteba Tirkan kir û kitab vekirin, mieliman ji boçikên byên di kitabên min de girtin û anîn ew bi zorê teqle kirin. Heta Fıstıkçı Şahap nehata nerm nekira min tim bi pyeka pir sert digot kitap.

Di 15-16 salîya xwe de gava ez elimîm ku hinek Kurmanc bo kitapê dibêjin pirtûk, bo ez xwe bielimînim wê peyvê çend royan li ser hev min tim di ber xwe de got pirtûk û pirtûk û pirtûk, lê va peyva jî ji dîtina ewilî neketibû vî dîlî. Loma ku ez di pirtûkan de li kitêbê rast hatim, jiber ku dişibîya kitabê hinekî min dîrekt tavilê ew avêt ser devê xwe. Bes ew jî, kitêb, bi serê xwe nola peyveka tewangtêde bû û xweşîya min nediçû ku talîya talî ez vegerîyam ser kitabê.

Dîsa jî ez dibêjim maceraya kitaba min xêra Xwedê. Fazıl Hüsnü Dağlarca, ku serkêşekî şiîra modern ya Tirkî ye,  navê dikana xwe Kitap Kitabevi li ser sorkirin û şorkirinên kesên gotine ‘’lazim e em peyvên Erebî û Farisî ji zimanê xwe biavêjin’’, rabûye, kiriye ‘’Betik Betikevi.’’  


Berhevkar, nivîskar Roger Lescot destana Memê Alan ji devê dengbêjê Deyşta Sirûcê Mişo Bekebûr Berazî berhev kiriye. Destan bi yardima Mîr Celadet hatiye berhevkirin û sala 1942yan li Bêrûdê tevî tercûmeya Fransizî hatiye çapkirin

Mîr Celadet bo vê destanê dibêje ‘’şahesera folklora Kurdî ye’’ Roger Lescot di pêşgotina vê şaheserê de balê dikişîne ser du tiştan ku îro ro bo Botîyan û Sirûcîyan meseleyên mihîm in. Jiber ku va podcastera bi xwe jî ji Sirûcê ye ewê berê behsa meselaya ser Botîyan bike.

Lescot dibêje mîrên Botîyan, jiber ku di destanê de dijî wan gotinên ne xweş hebûn, ew destan li miletê xwe yasax kiribûn û dibêje bi Botîyan ecêb dihat gava didîn mîrekî ji mala Bedirxanîyan li ber dengbêjekî digere ku ji wî re Memê Alan bistrê.

Meseleya ser Sirûcîyan jî, ser zimanê wan e. Lescot dibêje ‘’Min ji nêzîkî bîst dengbêjan li destana Memê Alan guhdarî kir û min dî ku ya tewrî rind gotina Mişo Bekebûr Berazî ye.’’ 

Ew berhevkarê Fransiz dibêje ‘’Zimanê Mişo xemilandî bû, bes di bin tesîra Erebî û Tirkî de bû..’’ Belkî loma, li ser şopa Mişo Bekebûr Berazî, di vê podcastê de jî peyvên Erebî û Tirkî bêyî ku krîz û kompleks bin ji xwe re, ji min û ji te re wer werga derbaz dibin.

*Va xeleka sala 2022yan hatiye hazirkirin. Edîtorê Perxudres Podcastê Omer Faruk Baran xelek sala 2024an bi tarz û teknîkeka nû û bi boyax û siwaxeke hindik jinûve çêkiriye. Bîblîyografîya podcastê wenda ye.

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Kê Mayakovsky Kuşt?

>

Muzîka Bê Partî û Pîyasa