Şair û Nivîskar Zirarê Didin Edebîyata Me

04/12/2025
117 caran hatiye xwendin

28ê Qasimê 2025 

Min îro mektûbên Albert Camus û dostê wî René Char xwendin, qedandin; mektûbên ji sala 1946an heta 1959an hatine şandin. 

Tevî ku ez ji gêncîya xwe vir va heyranê Albert Camus me û felsefeya di eserên wî da çê xerab zanim jî min nizanibû ew ji Parîsê wisa ewqas pir nefret dike; bi xêra mektûban ez elimîm. 

Albert Camus sala 1947an di mektûbekê da ji dostê xwe yê şair ra gotiye ez ji Parîsê jî, ji pîs û heramên vir jî westiyam êdî.

Dîsa sala 1951an Albert Camus gotiye ez ji silavên sexte yên li Parîsê, ji şelaqî û melaqîyên li vî bajarî nefret dikim.

Li ser van gotinên Albert Camus dikim bibêjim: Çend şevên berê dostekî min î şair telefon kir. Ji zûde va me xeber nedabû. Piştî xweşbêşa ser saxî û silametîyê, gazincên xwe yên ser edebîyata me gotin dostê şair. Got, kes qîmetê nade kesî, kes ser eserên nû tiştekî nabêje, here were tim eserên berê, tim metn û methên ser mirîyan. Min heq dayê. 

Şair û nivîskarên me nola ku li hev kiribin behsa kitabên dewra xwe nakin, rind dibe xerab dibe ser kitabên nû du gotinan nakin, nabêjin malesef. 

Edebîyatek tenê bi kirîn-firotana kitaban şên nabe; gava minaqeşe, bi mehneyeka pozîtîf dibêjim vê minaqeşeyê, gava minaqeşe çêdibin ser kitabên nû, edebîyat wê çaxê şên dibe û gavek du gavên pêşveçûnê diavêje.

Ka minaqeşe wê bi çi çêbe? Niha ne blog hene ser xwendina kitaban, ne komên şêwr û mişêwrên xwendinê, ne malperên xususî ser edebîyatê, ne kovarên heyecanê çêdikin û ne jî podcastên aktîf. 

Bi ser da, bi min, şair û nivîskarên me li ser sosyal medyayê li asê mane û ew ecibandinên li wir, ewên pir caran veşartî û formalîte, bi awayekî pir şaş pêşketin dihesibînin bo edebîyatê. 

Minaqeşe tune, tenê mizgînîya derketina kitabê heye, tenê ‘’li edebîyata me pîroz be’’yên ti mehneyeka kûr nadin, ti giranîyê çênakin û ti xwendinê naynin. 

Loma, eynî nola Albert Camus çito nefret dike ji Parîsê nefret dikim ji X, Instagram û Facebookê û westîyame ji wan. 

Erê eynî bi rengê wî, ji ‘’pîroz be’’yên sexte û ji şelaqî û melaqîyên li ser sosyal medyayê jî nefret dikim.

Albert Camus – René Char, Yazışmalar 1946 – 1959, Çeviri: Orçun Türkay, Can Yayınları, 2025

<

Îstatîstîkên 2025an û Çend Podcast

>

Bi Şevên Şîrhelal Şiîrên Eyşem Jînda