Etîmolojî dibêje ‘’kufr’’a bi Erebî li ser mehneya redkirina dîn tê gotin û koka wê jî ‘’kephar’’a bi Aramî-Suryanî ye ku mehneya wê înkarkirin e.
Bi Kurmancî ‘’kufrî’’ ketiye mehneya şorên pîs û giran, û eynî nola wê, di wê mehneyê da, ‘’çêr’’, ‘’dijûn’’, ‘’sixêf’’, ‘’zêf’’, ‘’xeber’’, ‘’qise’’ û belkî çend kelîmeyên din jî hene.
Min ew kelîme giş bihîstine, di metnan da ez lê rast hatime, bes ji wan gişan a ez pêşî elimîm ‘’xeber’’ bû. Di zarokîya xwe da min xeber nedigotin û ku hinekan ji hinekan ra xeberên bi jin û mak digotin ez şok dibûm, li şûna xwe sar dibûm, min ji ber wan ve fedî dikir. Xeber li devê însanên maqûl û minasib nediketin li gor terbîyeya ez pê mezin dibûm.

Qey ez ji maqûlî û minasibîyê, ji wê terbîyeyê dûr ketim, piştî 20 salîya min, bê jin û mak, yek-yek xeber ji devê min jî derketin. Lê min ferq dikir ku xeber li devê min nedihatin. Hinek hevalên min ku xeber digotin dora xwe şên dikirin, dikenîyan, te digot qey şekir ji devên wan dibarin.

Apê min rehmetî Mihemedê Elîyê Bêrkel jî wer bû. Xebera wî kelîmeyek bi Erebî yek bi Tirkî ‘’kelp oxli kelp’’ bû bi mehneya kûçik kurê kûçikan, lê kes ji vê xebera wî nediqeherî, dilê kesî jê nedişikest.
Di edebîyatê da Yaşar Kemal bi xeberên xwe meşhûr e, lê yê wî jî ew xeber xemla devê wî bûne, kes jê nediêşîyaye.
Bi salan e di pistepistên edebî da dibihîsim ku Yaşar Kemal ji Serokê PKKê Abdullah Ocalan re xeber gotine.
Du versîyonên vê meselê hene. Di yekê da tê gotin ku Abdullah Öcalan telefon kiriye, ji Yaşar Kemal xwestiye ku ser wî romanekê binivîse û Yaşar Kemal gotiye ‘’Tu kî yî ku’’ û çi hatiye ber dêv gotiye.
A duduyan, di versîyona duduyan da tê gotin ku Abdullah Öcalan gotiye ‘’Yaşar Kemal ne ti nivîskar e’’ û Yaşar Kemal jî dema bi telefonê fersend bi dest ketiye ji Abdullah Öcalan ra xeber li ser xeberan gotine.

Di her du versîyonan da jî tê gotin ku Abdullah Öcalan gotiye ‘’Xeberên te li ser serê min Yaşar Abê, ez ji te naqeherim..’’ Rast ne rast, her du versîyon jî raber dikin ku xeber xemla devê Yaşar Kemal bûne, belkî wî bi du zimanan, bi Kurdî û Tirkî xeber digotin.
‘’Siktir’’ xebereka bi Tirkî ye, ji wî zimanî ketiye zimanên Balkanan, zimanê Yunanan û zimanê Kurdan. Di Kurmancî da ‘’siktir be’’ bo qewitandinê tê gotin û ‘’siktir ke’’, ‘’siktir bike’’ jî bo guhnedanê. Mesela yek yekî ji mala xwe biqewitîne bi qehr wê bêje ‘siktir be’, yek ji yekî ra bixwaze bêje ‘’guh mede wî îşî’’ wê bêje ‘’siktir ke wî îşî..’’, ‘’siktir bike’’
Anaoljîya xebera ‘’siktir’’ê her çiqas mêrane ye jî di kilameka Serhedê da qîza meleyekî ji telebeyekî bavê xwe ra dibêje ‘’siktir be..’’ Di kilamê da Feqî Hesen û Têlî Eyşan a qîza Mele Mihemed hene û mesele serê sedsala 20an qewimîye.
Li gor kilamê Feqî Hesen û Têlî Eyşan piştî çav li hev dikevin, bi gotina vî zemanî dest bi flortê dikin.
Têlî Eyşan dibêje ‘’Lo lo feqîyo bejna te ne kin e ne dirêj e, ji kêfê ra şax davêje, tu esil û esasa xwe ji min ra bibêje’’
Feqî Hesen dibêje ‘’Ez şûşe me tu fîncan in, ez bax im tu bostan î, ez zar im tu ziman î’’ û xwe dide naskirin.
Îcar Têlî Eyşan ku dipirse ka Feqî Hesen zewîcî ye nezewicî ye, Feqî Hesen dibêje
Lê lê keçkjê ez ji teyran teyrê persipî me, ez li ser çît û perdê konê mala bavê te rûniştî me, ez nizanim şansê te bû talihê min bû, ez sala par zewicîme..’’
Têlî Eyşan dibêje ‘’dîsa qebûl, ez ê hêwî werim bi te ra..’’
Feqî Hesen dibêje ‘’Lê lê keçkê here tu yê wê derê çi sekinî, malxirabê te diê min kire sêlek ji sêla hesinî, te agirek dabû ser yek da binî, malxirabê li ser doşega Resûlê Ekrem tu dê û xwişka min î.. ‘’
Têlî Eyşan li ser vê gotinê dibêje ‘’Rêka gundê me rê cade ye, gilî û gotinên beredayî boş û bêfayde ye, malxirabo te dest bi naziyan kiriye, rabe bigire kitab û defterên xwe, siktir be here ji gundê me ye..’’
Dibêjin Şakiro va meseleya dilê kevirlêketî bîzat bi xwe ji zar û zimanê Feqî Hesen bihîstiye, tevî siktirê qey.
Talîya salan 2009an ra me ji devê Osman Baydemir siktirek bihîstibû. Osman Baydemir ê ku wan çaxan rêberîya beledîyeya Diyarbekir dikir û bi qasî lîderê dewletekê giranîya xwe hebû, ser girtina hinek sîyasetçîyên Kurd gotibû mesajeka wan bo hikûmetê heye û li pêş mîkrofon û kamerayan siktirek veweşandibû.
Perxudres Podcast van weşanên xwe bi destekên guhdarên nola te dike delalguhdar. Eger tu ji weşanên Perxudres Podcastê hez dikî destekê bide ji kerema xwe, na eger hez nakî jî siktir ke.
Jibo destekê: www.patreon.com/perxudrespodcast