Ser Perxudres Podcastê Kê Çi Got?

07/12/2025
166 caran hatiye xwendin

Min stîla Perxudres Podcastê zehf eciband.
Rohat Alakom

Ez muptelayê Perxudres Podcastê me.
Berken Bereh

Guhdarîya serborîyên xortê Sirûcê yê jêhatî Omer Faruk Baran dikim.
Mutlu Çiviroğlu

Perxudres Podcast stareka xwemalî ye û dengê welatê xeyalî ye li xeribistanê.
Hewes Çetîn

Pêncşem bi Perxudres Podcastê xweştir dibin.
Ömer Delikaya

Vara Perxudres Podcasta notên li ser heyatê ye ku bi ziman û şêwe xwe yî resen, me bi sêhra xwe yî gotinê dorpêç dike. Heçku ji guhdarîkirinê zêdetir seba hîskirinê ye.
Rêzan Diljen

Perxudres podcasteke zêde ezîz e li ber dilê min, herçî bêjerê wê Omer e, rûspiyekî nifşê me û entelektuelekî serdema me ye.
Înan Eroglu

Karên hêja dike Perxudres Podcast, bi kêfxweşî lê guhdarî dikim.
Gulîzer

Podcast pir zêde li bejn û bala Perxudresê hatiye.
Hatice Kamer

Dema ez li Perxudres Podcastê guhdarî dikim divê herdu berguhkên min li ber guhên min bin.
Bilal Korkut

Radyoya Rewanê ya sedsala 21ê ye Perxudres Podcast.
Îqlim Milanî

Perxudres Podcast şimdiye kadar dinlediğim en özgün yayın.
Reha Ruhavioğlu

Perxudres Podcast, tu gurçik î gurçik!
Selîm Temo

The world’s got no shortage of problems. You can ease it with Perxudres Podcast.
Şener Özmen

Hoste û erbabê karê xwe ye Perxudres Podcast, mijarên pir balkêş dibîne û pir xweş li hev tîne.
Zinarê Xamo

Perxudres Podcsst di neqeba mal û dikana min de rêhevalê min e.
Mizgîn Xan

<

Kovara Nûbiharê Ser Hereketa Şêx Seîd Dosyeyeka Dagirtî Hazir Kiriye

>

Serdarê Kelîmeyan: Süleyman Nazif