Süleyman Nazif, ew şair û nivîskarê Diyarbekirî, talîya sedsala 19an û serê sedsalê 20an, di çax û çerxa xwe da xêncî nivîs û şiîrên xwe bi nuktezanî û hazircewabîya xwe dihatiye naskirin.
Eserên bi Tirkî yên Süleyman Nazif îro jiber giranîya zimanê wî pir nêne xwendin, lê mîzaha wî ya hinekî hêrs û qehr têda, nukteyên wî heta niha jî li ser dev û lêvan doş dibin.
Di dewra Süleyman Nazif da, bayên milîyetçî nû radibûne û milîyetçîyên Tirk, Tirkçî ro bi ro zêde dibûne.
Belkî jiber Kurdbûnê, belkî jiber heyranîya wî ya bo Osmanli ya berî cumhurîyeta Tirkîyê ji vî bayê milîyetçî hez nedikiriye Süleyman Nazif; mabêna wî û Tirkçîyan ne rind bûye.
Dibêjin rokê sîyasetçiyek li ber Süleyman Nazif rûniştiye dest bi propagandaya Tirkçîyan kiriye.
Süleyman Nazif tavilê gotina wî Tirkçîyî birrîye û gotiye: ‘’Ez fehm nakim, kurkçî kurkan difiroşin, cîgerçî cîgeran, qondereçî qondereyan lê va Tirkçîyên me çi difiroşin?’’

Dîsa dibêjin rokê di sohbeteka edebî da hinekan li nigên şair û nivîskar Ahmet Haşim xistine û gotine ‘’Ew î Ereb e, ji Bexdadê ye..’’
Süleyman Nazif jî gotiye ‘’Berê Bexdad ji destê me çûye, bira Ahmet Haşim jî ji destê me dernekeve ha..’’ û deng ji herkesî hatiye birrîn.
Şair û nivîskar Ahmet Haşim piştî mirina Süleyman Nazif, di nivîsekê da ser wî gotiye, ew serdarê kelîmeyan bû, kelîme li dû wî bêmehne û bêxwedî man.
Belkî Bala Te Bikişîne:
Çanakkale û Çeneqqele