Serê payîza 2026an ez rûniştim li ber, min ew dîwana Johann Wolfgang von Goethe xwend; ew dîwana hêleka wê xerb, hêleka wê şerq.
Min ew dîwan berê bi Tirkî dîbû. Xanimekê di orta kitabê da çend çîçekên çilmisî hedîye dabû min, lê min nexwendibû, min tenê çavek lê gerandibû û wer hiştibû.
A kir ku ez vê carê dîwanê bi Kurdî bixwînim û biqedînim, tercûme û pêşgotina Abdullah Încekan bû.
Di pêşgotinê da Abdullah Încekan ser vê dîwana şerqî û xerbî û ser prosesa tercûmekirina dîwanê malumatên muhîm dide, hikayetên xweş dibêje.
Dîwana şerqî û xerbî, dîwana ku Goethe têda dibêje xerb jî şerq jî di bin hikmê Xwedê da ye, sala 1819an derketiye û Abdullah Încekan ser vê tarîxê dibêje, wî şairê Alman zû, hîn wê çaxê globalbûna dinê û modernîzm dîtiye.
Goethe xêncî zimanê xwe, bi Fransizî, Îngilizî, Îtalî, Latînî, Yûnanî û Îbranî jî zanibûye û derdê wî bi kozmopolîtîzmê çêkirina edebîyateka global bûye, weltliteratur.
Di dîwanê da Goethe, motîf û mijarên xerbî û şerqî li ber hev danîne û şiîrên multî-miletî çêkirine.
Kanîya ku Goethe jê şiîr vexwarîye û mest bûye kanîya Hafizê Şîrazî ye.
Wî bi îlhama ji dîwana Hafizê Şîrazî, dest bi nivîsîna dîwana xerbî û şerqî kiriye, û tê gotin ku berî ew dest bi nivîsîna vê dîwanê bike, çend tercûmeyên Quranê jî têda, bi qasî 100 kitabên ji hêla şerqî xwendine.
Goethe zanibûye ku miletên xerbî xerîbê mecaz, metafor, şair û şiîrên şerqî ne, loma anîye seba însanên xerbî ji dîwanê rind fehm bikin, metneka not û şerhan jî nivîsîye ser dîwana xwe.

Abdullah Încekan dibêje jiber ku ew metina not û şerhan bi xwe bi qasî kitabekê dirêj e, wî mecal nedîtiye ku wê tercûme bike û gotinê dibe ber tercûmanîya xwe.
Di zarokîya xwe da ji Erziromê qetîyaye, koç kiriye, çûye Almanyayê Abdullah Incekan û dibêje ji wê roja ew hinekî Almanî elimîye vir va ew tercûman e.
Rokê ew û apê xwe tev çûne mektebê ku ap rewşa dersên wî yên sinifa 5an bielime.
Mielimê mektebê bi Almanî dibêje ku Abdullah Încekan gerek sinifa 5an careka din bixwîne, û Evdila dendikê dila bi zimanekî zarok û tirs têda gotinên mielimê xwe tercûme dike ji apê xwe ra.
Di pêşgotinê da eynî wisa gotiye Abdullah Încekan ‘’Şukir ji Xwedê ra, wê êvarê mêvanên me hebûn..’’ Bavo dereng rabûye li kurê xwe xistiye yanî.

Ew zarokê li xerbê li xerîbîyê îro tercûmanê gotinên Goethe ye û dibêje ew şairê Alman dibêje: Şair xwe wek rêwîyekî dibîne û wî tew xwe gihandiye şerqê jî.
Di serê min da şer û şiîrên şerqî û xerbî, li Sirûcê, nêzîkî Ferêt im. Dinêrim Goethe navê wê Stran û Sûret di şiîrekê da gotiye, ew ji pêlên Ferêt zewqê digire û berjêr û berjor diherike.
Tu li vê zewqa mezin hele.. Tevî ku di pêşgotinê da dibînim destên du şairên din ên mezin, destên Yehya Omerî û Şehmus Kurt li tercûmeya dîwana Goethe ketine jî bi qasî Goethe ji Ferêt zewqê digire, zewqê ji şiîrên wî nagirim.
Goethe sedsala 19an bi fikir û felsefeyekê ji xerbê berê xwe daye şor û şiîrên şerqê.
Îro ro di vê sedsala 21ê da jî xerb fikir û felsefe ye, şerq şor û şiîr. Loma bi min, Goethe ne bi şor û şiîrên xwe, lê bi fikir û felsefeya xwe heta Ferêt hatiye, lê me bi şor û şiîrên xwe heta niha jî Ferat derbaz nekiriye. Çinku me tune fikir, çinku me tune felsefe.
De dîsa ew Goethe ye, dibêje, xwe bermede, wer wanî xeman mexwe kalê bi kêf: Por sipî bibe jî li te, eşq e, dîsa li hêvîya te..