Çend xwendekarên Zanîngeha Dîjleyê sala 2025an li dora Bêhnok Fanzînê kom bûn û di salekê da 4 hejmar derxistin.
Di salekê da 4 hejmar ne karekî sivik e. Min anî 4 hejmar jî danîn ber xwe û ew bi meraqeka mezin xwendin.
Ji hejmarê 1ê ber bi hejmara 4an ve her ku çûye kadroya şair û nivîskarên Bêhnok Fanzînê biçûk bûye.
Kovar, malper, kom, komele, hereket, însîyatîf, fanzînên me di roj û hejmara 1ê da bi heyecanên mezin dest bi karên xwe dikin, lê di demeka pir kin da ji wê hewesê tiştek namîne û îş û şixulên wan li wan dibin barên giran.
Di Bêhnok Fanzînê da jî ji hejmar 1ê ber bi hejmara 4an va rind tê xanê ku fanzîn bi zehmetîyan ra rûbirû maye û her hejmareka nû bi zorê dagirtiye.
Ji vê dagirtinê, nivîs û nûçe û roportaj li hêlekê, min bala xwe da ser şiîrên 4 hejmarên Bêhnok Fanzînê.
Çend şiîrên rind hene di fanzînê da lê yekê, Heft Salî Bûm ya Sabire Akgül xwe bi min şeş heft neqlan da xwendin.
Şiîr du parçe ne û parîyekî dirêj e, min ji parçeya pêşî pênc misrayên pêşî girtin û dan ser serê xwe.
ez heft salî bûm
cîranê me mir
darek çandin li ber gora wî
dar mezin bû fêkî da
ez hîn jî heft salî me
Eger di şiîra me da komeka şairan, komeka bi navê ZimanZelalan hebûya, wê Sabire Akgül bi vê şiîra xwe biketa wê komê.
Û wê di bîyografîya wê da bihata gotin ku şiîrên wê yên pêşî di Bêhnok Fanzînê da derketin.
Bo çi hene fanzîn? Fanzîn bo çi hene? Bo şair û nivîskarên nû derxin û rêyên nû vekin û rengekî bidin edebîyatê.
Omer Faruk Baran