Şiîrên Şiûra Tirsonek û Ürkek Bilinç

25/12/2025
140 caran hatiye xwendin

Çend royan berî 2025 biqede Ürkek Bilinç ya Diyar Atak ket destê min.

Ürkek Bilinç, kitabeka şiîran e bi Tirkî û mehneya wê bi Kurmancî rasterast Şiûra Tirsonek e. 

Bi Kurmancî dibêjin dilê tirsonek sînga sipî nabîne, bes ê Diyar Atak nola ku wî bi xwe jî eşkere kiriye, ne dilê wî, lê şiûra wî tirsonek e û ew şiûr jî ancax bi şiîrê dikare bibîne û şorên xwe bibêje.

Sala 1999an li hêla Cizîr-Şirnexê hatiye dinê Diyar Atak û şiîrên wî yên di kovarên wek Buzdokuz, Diskotek, Petroleus, Natama de derketine, kirine ku ew li derdora şiîra Tirkî rind were naskirin.

Naskirin li hêlekê, ji şiîrên Diyar Atak wer tê xanê ku şiûra wî ne bi kerbên heyatê, lê bi derbên dewletê tirs xwariye. 

Şiîreka ku Diyar Atak sala 2021ê, 17ê Qasimê, hema li dû wefata Sezai Karakoç nivîsîye vê tirsê tam raber dike.

Di şiîrê da Diyar Atak dibêje ew îro negihiştiye merasîma definkirina Sezai Karakoç, lê ewê siba xwe careka din lê biceribîne. 

Şairê gênc, şairê negihiştiye merasîma definkirina şairê kal, sax, di şiîrê da xofa derbeya eskerî ya sala 1980î anîye salên 2020î.


akşam oldu mu 

Kenan Evren hala cumhurbaşkanı

ayağını denk alsın Şehzedebaşı 

danê êvarê 

hîn jî reîsî cumhûr e

Kenan Evren 

hîn jî dengê wî tê 

Şehzadebaşı bira li 

devê xwe miqayit bê 

Şair e Diyar Atak, eşkere ye, dikê bi şiîrê heyfa şiûra xwe rake ku li welatê ‘’kî di dibêje ez Tirk im kêf kêfa wan e’’, ew dibêje ‘’Navê min şaş e, kî dibêje şaşî kêf kêfa wan e.’’ 

Omer Faruk Baran

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Mektûba Guhdar X. û Behra Wanê û Şemîranê

>

#Mektûb2025: Milan Hemo