Sirûc – 1976: Li Merasîma Definkirina Fevzi Aslansoy

25/01/2026
877 caran hatiye xwendin

Rêber û kadroyên PKKê dibêjin di tarîxa wan da meş û mîtînga mezin cara pêşî sala 1976an li Sirûcê çêbûye.

Wê salê, hîn berî PKK bibe partî, koma Apocîyan li Sirûcê li merasîma definkirina Fevzi Aslansoy meşiyaye.

Fevzi Aslansoy li Enqere ya paytexta Tirkîyê li Unîversîteya Hacettepeyê telebeyê matematîkê bûye û bi destê milîyetçiyên Tirk hatiye kuştin.

Ji kadroyên pêşî yên PKKê Duran Kalkan di nivîseka xwe da dide zanîn ku Fevzi Aslansoy berî were kuştin ji komên din qetiyaye û tevî hereketa Apocîyan bûye. 

Li gor vê nivîsa Duran Kalkan, sloganên serekî yên PKKê cara pêşî li merasîma definkirina Fevzi Aslansoy hatine gotin û hereketa Apocîyan bi van sloganan li Sirûcê destpê kiriye, ketiye nêv milet. 

Tarîxçîyên PKKê dibêjin Abdullah Öcalan li vê merasîma bûye mîtîng jiber êrîşa polîsan pir kin peyivîye û bi destekên milet xwe ji girtinê xelas kiriye. 

Bi êrîşên polîsan ji kadroyên pêşî yên PKKê kesên wek Mehmet Hayri Durmuş, Kemal Pir û Mustafa Gezgör hatine girtin. 

Her çiqas li merasîma definkirina Fevzi Aslansoy, bi slogan û gotinên xwe Apoci derketine pêş jî komên din ên sîyasî jî li merasîmê hazir bûne.

Komên çepê Tirkan, ku ji Enqerê hatine, xêncî êrîşên polîsan bi êrîşên milet ra jî rûbirû mane. Hinekan gotiye ‘’Tirkan Kekê Fevzi kuşt, vana Tirk in!’’ û milet bi ço û keviran çûye ser wan koman.

Ji koma Şivanciyan, Muhterem Biçimli di vê merasîmê da şiîr xwendine û keça wî Laleşê jî kilam gotine.

Muhterem Biçimli hatiye girtin, Laleş jî derketiye mehkemeyê. Pirsîye mehkemeyê ji Laleşê, bi Tirkî gotiye ‘’Te kilamên bi Kurdî gotin?’’, Laleşê gotiye ‘’Belê’’, li ser vê ‘’Belê’’ya bi Kurdî, heyeta mehkemeyê kenîyaye û bêyî ku ceza bide wê ew berdaye. 

Rêber û kadroyên PKKê dibêjin di tarîxa wan da meş û mîtînga mezin cara pêşî sala 1976an li Sirûcê çêbûye.

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Yêrêvan Xeber Dide

>

Mektûba Guhdar SH. û Hesabê Elîyê Qerejdaxî