Stenbol, Diyarbekir û Bajar Bajar Kavafis

21/11/2025
98 caran hatiye xwendin

Dema min Bajar, ew şiîra meşhûr a Konstantinos Kavafis nû, cara siftih xwend, tê bîra min ez bi halekî serserî, bi dilekî sewdaser, boş û betal û ti plan ne li ber, li Stenbolê bûm.

Şiîra bi eslê xwe bi Yunanî û bi tercûmeya Cevat Çapan bi Tirkî, ez hema tavilê xistibûm xem û xeyalan û arek di hindurê min da ez ji Stenbola Marmarayê biribûm Diyarbekira Mezopotamyayê.

Ew şiîra Kavafis li wan deman rast hatibû bo min, li wan demên ku min ji xwendekarîyê, ji Stenbolê, ji unîversîteyan, ji qelebalixîyan, ji gijegijê, ji lezûbezê, ji teknokratîya Tirkî, ji rutîna burokratîk, ji qeyd û bendên akademîk nefret dikir û ez diketim depresyonê di vapûran da, ewên ji Kadıköyê diçûn Karaköyê..

Bi Diyarbekir ra hîn ti danûstandineka min a pir tunebû wê çaxê, lê min ew, jiber ku ji min va wek merkezeka edebîyata bi Kurdî dihate xanê meraq dikir û tevî ku reng û rûyê wê şiîra Kavafis ji Stenbol û ji Diyarbekir, a pir li Stenbolê dihat, min bi wê bêrîya Diyarbekir dikir bêmehne.

Piştî min Bajar, nav Şehir, bi tercûmeya Cevat Çapan bi Tirkî xwend û ji Ezginin Günlüğüyê li strana wê guhdarî kir, min ew bi Kurmancî jî bi dengê Jan Axîn bihîst. Di sohbetên edebî û muzîkî da dihat gotin ku Rênas Jiyanê Çirûskîst ew şiîra Kavafis anîye Kurmancî.

Zû bi zû nediecibandiye şiîrên xwe Kavafis, ji wan şiîrên xwe hinek dişewitandine, tim jinûve, careka din, careka din siwax û boyax li şiîrên xwe dixistine ku ew xusetê wî bi min pir nas tê. 

Şairê ji Îskenderîyeya Misirê, şairên nola bajarê xwe kozmopolît, Bajar sala 1894an nivîsîye berê û ew bi titîzîya xwe sala 1910an jinûve çêkiriye.

Kurmancîya wê şiîrê ez bi tenê bi versîyonekê zanim, lê di Tirkî da min heta niha çar pênc versîyonên wê dîtine. 

Ji tercûmanên Bajar a Kavafis yek jî Ari Çokona ye ku wî hemî şiîrên wî yên din jî anîne Tirkî.

Ari Çokona di programeka Apaçık Radyo da li ser pirsên Didem Bayındır dibêje bi xebatên ser şiîrên Kavafis xusetê wî şairî derbazî wî jî bûye û ew tim dixwaze tercûmeyên xwe biguherîne, jinûve çêke. 

Didem Bayındır ji Ali Çokona rica dike ku ew Bajarê bixwîne, lê Çokona dibêje ew tercûmeya xwe naecibîne, radibe, orîjînala şiîrê bi Yunanî dixwîne, nola Kavafis nivîsîye.

Ez Yunanî nizanim, şiîra hem bi Kurmancî hem jî bi Tirkî tesîrê li min dike, bi wî zimanî ez jê fehm nakim jî tesîrê li min dike, zanim ku ew Bajar a Kavafis e.

Eynî nola meseleya wê şiîra Kavafis, ez zanim ezê doş bim, çerx bim, herim werim, lê ezê dîsa li Diyarbekir vegerim. 

Ez zanim, ez zanim ezê bixeyîdim ji Diyarbekir, ezê herim jê dûr bikevim, lê ewê bi min ra were; li ser wê sirên sûran, wê ji para were û nola xanimeka nazenîn bike pistepist di guhê min da ‘’Ez im ez, Diyarbekir, min bêrîya te kir.’’

Omer Faruk Baran

<

Zimanê Xwe Relaks Bikin, Birelaksînin

>

Sira Serketina Erdal Kaya Çi Ye?