Süleyman Nazif: Between Lausenne and Zozan

29/09/2022
103 caran hatiye xwendin

In his memoirs of Diyarbakır, Canip Yıldırım draws attention to the linguistic prowess of Süleyman Nazif, noting that his fellow townsman was a profound and veteran diplomat of his time.

According to Yıldırım’s account, when Ekrem Cemîlpaşa and Qedrî Cemîlpaşa were describing their activities in Lausanne to Süleyman Nazif, he said to these young and inexperienced nephews of his: “My sons, you didn’t go to Lausanne; you went to the Zozan (the highlands/pastures).”

Regarding this remarkably meaningful remark, Canip Yıldırım suggests: “With these words, Süleyman Nazif wanted to convey that ‘Your education is no true education, and you know nothing of nationhood and nationality.'”

In today’s context, Ekrem and Qedrî Cemîlpaşa are clearly regarded as prominent pioneers of Kurdish nationalism (Kurdperwerî), whereas Süleyman Nazif is known for his leadership in the struggle for Turkish liberation. However, certain memoirs and British intelligence reports indicate that there were once signs of Kurdish nationalist leanings in Süleyman Nazif; but later, for whatever reason, he shook off those sentiments and turned toward the path of Turkism.

For instance, in his book on Kurds and Turks, Cahit Tanyol mentions an encounter between Yahya Kemal and Süleyman Nazif. These two poets, who had both entered a period of national mourning following the occupation of Istanbul in the late 1910s, ran into each other one day in Beyoğlu.

As Yahya Kemal tells it, Süleyman Nazif was delighted to see him and said: “Yahya, my brother, there is an important matter; we must go sit somewhere and talk.” The two giants of Turkish poetry entered a restaurant to discuss that “important matter.” Süleyman Nazif said to Yahya Kemal:

“Brother, the Kurds are forming a society in Istanbul. At the moment, the entire world hates the Turks. We cannot act in the name of the Turks. Let us gather around that Kurdish society and conduct our struggle from there.”

Yahya Kemal rejected the proposal and eventually dissuaded Süleyman Nazif from that path.

Consequently, in some British documents from 1919, Süleyman Nazif’s stance and politics appear sometimes in favor of the Kurds, sometimes in favor of the Turks, and sometimes in favor of both. Naturally, the shrewd British were suspicious of this ambivalence, noting in one report that perhaps Süleyman Nazif viewed the Kurdish issue solely through the lens of the Turkish government’s benefit.

Whatever the secrets of the heart and mind may be, history records that Süleyman Nazif died in 1927, a few years after the founding of the Republic of Turkey.

From the world of Turkish literature, Yakup Kadri writes with a tone of sorrow that Süleyman Nazif never yielded to Mustafa Kemal, grew to regret his national struggle, and fell into a state of poverty and misery toward the end of his life.

Yakup Kadri recounts that Süleyman Nazif passed away alone in a small, cramped, and dark room in the Nişantaşı district of Istanbul. He draws a poignant image of that room: an apple—with only a single bite taken out of it—sitting on the table beside his bed.

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON

Canip Yıldırım di xatirayên xwe yên Dîyarbekirî de balê dikişîne ser zimanbazîya Süleyman Nazif û dibêje ku hemşerîyê wî di wexta xwe de dîplomatekî kûr û dêrîn bûye. 

Li gor neqilkirina Canip Yıldırım, gava Ekrem Cemîlpaşa û Qedrî Cemîlpaşa ji Süleyman Nazif re behsa karên xwe yên li Lozanê dikirine, Süleyman Nazif ji wan xwarzîyên xwe yên xam û xort ra digotiye ‘’Kurrrrê min, hûn neçûne Lozanê, hûn çûne Zozanê..’’

Ser vê gotina têra xwe mehnedar, Canip Yıldırım dibêje ‘’Süleyman Nazif bi vê gotinê dixwestiye ku bêje ‘Tehsîla we ne ti tehsîl e û hûn li ser milet û mîlîyetê jî tiştekî nizanin.’’

Di şor û şertên îro ro de Ekrem Cemîlpaşa û Qedrî Cemîlpaşa eşkere, li eyan beyanê pêşengên Kurdperwerîyê tên hesibandin, lê Süleyman Nazif bi kar û kirên xwe bi rêberîya bo rizgarîya Tirkan tê naskirin.

Bes hinek xatira û raporên îstixbarata Îngilizan raber dikin ku li ser Süleyman Nazif yek îşaretên Kurdperwerîyê hebûne, lê dûra êdî ku çi bûye wî ew perwerî ji xwe daweşandîye û dagerîyaye ser rîya Tirkperwerîyê. 

Mesela, Cahit Tanyol di kitaba xwe ya ser Kurdan û Tirkan de behsa lihevrasthatineka Yahya Kemal û Süleyman Nazif dike. Ew her du şairên di dawîya salên 1910î re bi îşxala Stenbolê ra bi hev ra ketine matemeka mîlî, rokê li Beyogluyê li hev rast tên.

Bi gotina Yahya Kemal be, Süleyman Nazif çito ku çav li wî dikeve kêf xweş dibe û dibêje ‘’Yehya, birao, meseleka mihîm heye, lazim e ez û tu herin li cîhekî rûnin, xeber bidin.’’

Her du şairên şiîra Tirkî derbazî restoranekê dibin û ser wê meseleya mihîm xeber didin: 

Süleyman Nazîf ji Yahya Kemal re dibêje ‘’Birao, Kurd li Stenbolê cemîyetekê çêdikin. Di halê hazir de temamê miletê dinê ji Tirkan nefret dikin. Nabe em li ser navê Tirkan hereket bikin. Em herin li dora wê cemîyeta Kurdan kom bibin û ji wir bimeşînîn micadeleya xwe.’’ Yahya Kemal wê teklîfê red dike û Suleyman Nazif jî ji wê rîyê vedigerîne. 

Loma ye herhal, sala 1919an di hinek belgeyên Îngîlîzan da,  sekn û sîyaseta Süleyman Nazif geh li xêra Kurdan xuya dike, geh li xêra Tirkan û geh jî li xêra her du miletan. Elbet Îngilizên zana gumanê datînin ser vê dudilîyê û di raporekê da jî dibêjin belkî Süleyman Nazif tenê bo nehf û faydeya hikûmeta Tirk li meseleya Kurdan dinêre.

A dilan di dilan de, a aqilan di aqilan de, tarîx dide zanîn ku Süleyman Nazif sala 1927an çend salan piştî avabûna cumhurîyeta Tirkîyê miriye. 

Ji edebîyata Tirkî Yakup Kadri bi zimanekî qehrtêda dibêje Süleyman Nazif rû nedaye Mustafa Kemal, ji micadeleya xwe ya mîlî poşman bûye û di talîya heyata xwe ra jî ketiye halekî xizan û perîşan.

Yakup Kadri ye, dibêje Süleyman Nazif, li Nişantaşi ya Stenbolê li maleka biçûk, di odeyeke teng û tarî de, bêyî ku nasek kesek li cem wî be canê xwe ji dest daye û ji wê malê balê dikişîne ser sêvekê, sêveke gezek lêketî, li ser maseya li ber serê wî. 

<

Melodies and Memories: The Wide Circle of Musa Anter

>

Foto Guhdar N. û Dengê Wê Dara Dêrsimî