Tarîxa Amedsporê û Raporeka KSCê

08/05/2026
111 caran hatiye xwendin

Amedspor bi navê xwe yê li ser sewt û sekneka sîyasî tê hesibandin sala 2014an dest bi futbolê kiriye. Bes tarîxa vê taxima Diyarbekir raber dike ku esl û esasa wê li sala 1972yan e.

Taxim di serî da, ji 1972yan heta 1985an bi sponsorîya Turan Gazozları, navê wê Melikahmet Turanspor çûye maçan. Sala 1985an piştî Turan Gazozları sponsorîya xwe vekişandiye, navê taximê tenê Melikahmetspor maye. Taxim sala 1990î ketiye bin hikmê Beledîyeya Diyarbekir û heta 2014an navê wê Diyarbakır Belediyespor, Diyarbakır Büyükşehir Belediyespor, Diskispor li dû topê çerx bûye.

Payîza 2014an taximê bi kongreyekê navê xwe kiriye Amedspor û rengên xwe kiriye kesk û sor û zer, lê rêber û rayedarên Türkiye Futbol Federasyonu (TFF) ser nav û rengên Amedspor, ne bi rêkên resmî bin jî, bi nerazîbûnên sergirtî problem derxistine.

Axirî, navê Amedsporê, havîna 2015an bûye Amed Sportif Faaliyetler Kulübü û rengên wê yê kesk û sor û zer, jiber ku temsîla xeteka sîyasî hatine hesibandin, qulibîne ser kesk û sor û sipîyê.


Kurdish Studies Center (KSC), ew merkeza lêkolîn û analîzan, ewa bi sekna xwe ya objektîf guherîn û veguherîna Kurdan ji nêz ve teqîb dike, sala 2024an ser Amedsporê raporek hazir kiriye.

Terefdarên Amedsporê bi çi tirs û talûkeyan destekê didin taxima xwe, taxim di kîjan merheleyan ra derbaz bûye, bi çi zorî û zehmetîyan li ser xwe maye û li ber xwe dide, rapor, rind raber dike.

KSC di raporê da dibêje Amedspor li hêla Kurdan ji taxima bajarekî pirti nola taximeka milî tê hesibandin û dibêje li gor rêber û terefdarên wê, jiber ku dewleta Tirkîyê jî taxima wan wisa dibîne zordarîyên li ser wan pir in.

Gotinên terefdarekî Amedsporê hîn ji sala 2016an fikrên ser taxima milî saxlem dikin. Terefdar dibêje ew sala 2016an li Aydınê, li ew bajarê li xerbê Tirkîyê çûne deplasmanê, li trîbunê 600-700 terefdarên taxima bajêr hebûne, lê hejmara terefdarên Amedsporê li dora 1200î bûye.

Îro Amedspor li kîjan bajarê Tirkîyê maçê dilîze, ne tenê Diyarbekirî, bi giştî Kurd darin destekê didin ku ew jî wê hîn hinekî din dike taximeka milî.

Rêberekî berê yê Amedsporê di raporê da gotiye berî navê taximê biguhere bibe Amedspor, terefdarê wê tunebûye û dibêje tevî protokolê ancax 200-300 kes diçûne maçên wê.

Wî rêberî gotiye piştî nav guherî, miletê Kurd li Amedsporê xwedî derket, ku milet lê xwedî derket otorîteyên dewletê ajotin ser Amedsporê, ku zordarîyên ser Amedsporê zêde bûn, milet hîn zêde lê xwedî derket.

Sala 2014an di medyayê da gazeteyên mîna Sözcü, Hürriyet û Ortadoğuyê, di ser nav û rengên Amedsporê ra ew hema bêje PKK hesibandine.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdoğan hema berî hilbijartinên Qasima 2015an, bi atmosfera sîyasî ya wê demê gotiye ‘’Adam çıkmış Amed diyor. Amed ne ya..’’, Mêrik derketiye dibêje Amed, Amed çi ye yaw..

Rêberekî terefdaran di raporğ da dibêje piştî wan gotinên Erdoğan li deplasmanan bêtir hatine ser wan û zordarî zêdetir bûne. 

Di deplasmanên Amesporê da, terefdarên taximên li hember li stadyumê sloganên irqçi gotine, pankartên qatilên Kurdan vekirine, û stranên milîyetçîyên Tirk tevî vîdeoyên operasyonên eskeran lêxistine. 

KSC di raporê da ser meseleya Deniz Naki jî sekiniye. Deniz Naki, ku bi Kurdbûn û Elewîbûna xwe ketiye radara medyaya Tirkan, salên 2015 û 2016an bi gotinên xwe yên dijî operasyonên dewleta Tirkîyê ceza sitandine.

Türk Silahlı Kuvveteri (TSK) paşê serê sala 2018an tevî komek çekdarên Sûrîyê operasyon bir ser Efrînê. Deniz Naki yê wê demê li Almanya bû bi vîdeoyê bang li milet kir ku li hember operasyonê li mîtînga li Kolnê kom bibin.

Otorîteya futbola Tirkîyê ser wê banga Deniz Naki got ku propagandaya îdeolojîk kiriye û cezaya ser mehrûmkirina daîmî da wî ku heta hetayê li Tirkîyê futbolê nelîze. Mehkemeya Ewrupa, Gulana 2021ê qirar da û ragihand ku heqên Deniz Naki yên wek azadîya beyanê hatine xwarin.

Terefdarekî Amedsporê di raporê da gotiye terefdarên taximên li hember di maçan da jiber sekna Deniz Naki ji destpêkê heta dawîyê ji wî ra bi hev ra xeberên pîs digotine.

Dîsa rêberekî terefdaran jî gotiye li stadyuman sloganên sîyasî yasax in, lê ew çûne kîjan deplasmanê xêncî beyraqên Tirkîyê flamayên partîyên milîyetçîyên Tirk jî pir hatine vekirin. 

Terefdarekî gotiye li Sêwasê wan zor bela oteleka ew li bimînin dîtiye û gotiye xwarina ku jibo wan hatiye otelê bi şûnda hatiye vegerandin.

KSC di dawîya raporê da ser nermkirina atmosferê û qedandina nefreta dijî Amedsporê dibêje sîyasetçî û rayedarên dewletê lazim e dûrî wan beyanatan bisekinin ku eleyhê taximê dubendîyê çêdikin.

Di dewamê da KSC dibêje lazim e rêber û rayedar di maçên krîtîk da bîzat bi xwe li trîbûnan hazir bin û faydeyê li ambîyansa dostanîyê bikin.

Amedspor, ew Amedspor ku ser xwe dibêje xurûra  Mezopotamya, dilê Diyarbekir û hezkirina futbolê.

Ew Amedspor, ew Amedspor ku bi ketin û serketinên xwe Diyarbekirî ne-Diyarbekirî ji 2026an pê va bo bi mîlyonan Kurd taximeka milî. 

Omer Faruk Baran

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Kurmancî û Zazakîya Amedsporê

>

Pirsên Nivîskarên Tirşik.Netê