Etîmologê Ermenî Sevan Nişanyan ser Zana dibêje navê Kurdan e û dide zanîn ku ew vî navî him li keçan dikin him jî li kuran.
Li gor qeydên dewleta Tirkîyê îro yên pir li Diyarbekir, Şirnex, Mêrdîn, Mûş, Wan û Batmanê hinek ji wan jin hinek ji wan mêr bi hezaran Zana hene.
Îstatîstîk raber dikin ku navê Zana bi sîyasetvan Leyla Zana û Mehdi Zana, bi ew yoldaşên jin û mêrê hevdu ne, ketiye ser zar û zimanan.
Navê Zana berî salên 2000î, salên 1967an ketiye qeydan û sala 1991ê pir populer bûye ku ew îşaretê li Leyla Zana û Mehdi Zana dixin.

Mehdi Zana di xatirayên xwe da dide zanîn ku wî Zana cara pêşî salên 1960î şixulandiye.
Di xatirayan da Mehdi Zana dibêje wan salan Tirkê Turanî Nihal Atsız di Kovara Ötükenê da ser Kurdan gotinên giran kirine, wî jî nivîsa wî tevî nivîseka xwe ya li binî îmza, Zana, daye matbeayê û ew kaxet li milet bela kirine.
Leyla Zana sala 1991ê li Enqerê li meclîsa Tirkîyê dibêje ew sonda xwe bo Kurdan û bo Tirkan dixwîne û şora wê deng vedide.
Muzîsyenên ku berê bo Mehdi Zana stran çêdikirine, îcar destpê kirine bo Leyla Zana stranên xwe gotine.
Heta salên 2010î stranên bi Zana ser Leyla Zana û Mehdi Zana ne û Kurd bo xatirê wan navên keç û kurên xwe dikin Zana.
Salên 2010î bi straneka Mem Ararat, Zana û Andok, ku du şervanên PKKê ne û hatine kuştin, Zana careka din dibe navekî populer.
Di stranê da Mem Ararat dibêje:
Zana, rêhevalê Andok
neviyê Şêx Seîd
bazê binaran
haho deng ji we nayê
de rabin heval
neyar li pey we ye
Xwedê zane, Zana wê bi Mehdi Zana, Leyla Zana û Zana û Andok li van erdan hîn bi dehan salên din nav be, saz û stran be û li ser zar û zimanan be.
Omer Faruk Baran
Nişanyan Adlar – 2025
Bekle Diyarbakır, Mehdi Zana, Weşanxaneya Avesta – 2014
Belkî Bala Te Bikişîne:
Radyoya Mirinê Radigihîne û Fotografek