Serê Gulana 2026an min ji derdora edebî bihîst bi rêberîya Selîm Temo navê wê Vîn kovareka nû derdikeve.
Kêf li min xweş bû, pir şa bûm. Min ji xwe û ji çendekan ra got Selîm Temo him ji şor û şiîran fehm dike him tarîx û tekamulê zane, min got, wê bi rêberîya wî kovar bifire û bifirîne edebîyata me ya ji zû da ye sar û sist e.
Bi dilê yeqîn min digot, çinku çavên min berê gelek kar û xebatên Selîm Temo xwendibûn û pişta min bi çavên min qewîn bû. Bi ser da bo kom û kadroya kovarê yek du texmînên min hebûn û min digot eger ew jî hebin, wê kovareka ne îşê îşan rind be û wê heyecanekê bide edebîyata me, wê dînamîzmekê çêke.
Heta 15ê Gulanê, heta wê şeva kovar derket çav û guhên min wer li xeberên ser Kovara Vînê bûn, bi meraqeka mezin li bendê bûm. Heyfa mêran, heyfa jinan jî û heyfa meraqa min a mezin.
Dibêjin seba xatirê xatiran însan dixwe goştê qantiran û dare ser dînê gawiran û rind ne-rind dixwîne kovaran bêmehne. Naxwim goştê qantiran seba xatirê xatiran û narim ser dînê gawiran jî, dûz, dîrekt dibêjim: Min zor da xwe, min li xwe kir karekî mecbûrî û min ancax Kovara Vînê xwend û qedand.
Di silava destpêkê da Kovara Vînê, bi Zazakî bi Kurmancî û bi Soranî gotiye, bi şêwe û zimanekî cuda, bi daxwaz û evîneka cuda, bi vîn û kelecaneka cuda, Vîn destpê dike. Çiqas xweş, lê barê giran, bextê reş, malesef, min di kovarê da şêwe û zimanekî cuda nedî, ti hêvî û heyecan neda min kovarê.
15ê Gulanê nîşana derketina Kovara Hawarê ye; Kovara Vînê jî wê nîşanê wê kovarê ji xwe ra dike dîwar û xwe dispêre mîrasa wê. Hez û hurmet tiştekî din e, lê ma ne lazim e Kovara Vînê di ser Kovara Hawarê ra lêxe?! Di mabêna wan da hema bêje sed sal hene, sed sal.
Kovara Hawarê di destpêkê da gotiye ”Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê ye û Kovara Vînê jî sed salan li dû wê bi mottoya xwe gotiye rê dizane, fikr e, felsefe ye, rind e rê, rê dizane, lê Kovara Vînê rê nizane, mesele jî ew e.
Di kovareka edebî da normal e însan ji hinek eseran hez bike ji hinekan hez neke, normal e însan hinekan zehf zêde biecibîne, hinekan qet neecibîne. Nîvê kovarê hêvîyan geş, heyecanê xweş bike, ji kovarekê ra pir e, ne hindik e. Min li hesabê edebîyatê xist, Kovara Vînê, xêncî du sê eseran tiştekî tu bêjî edebîyateka nû ye, sewt û stîleka enteresan e, zimanekî zengîn e, na, nedabû. Tew çi bigir eser li parzûnên edîtoryal jî neketibûn.

Selîm Temo şairekî qelemqenc e, nivîskarekî nestêle ye. Bes bi Kovara Vînê eşkere bû ku ew ne rêber û edîtorekî jêhatî ye bo karên kovaran. Xwezîya min got ji xwe ra, xwezîya dîrektorê vê kovarê Cumhur Ölmez bûya ku min navê wî bi edîtorîyê li ser kitabên Selîm Temo û hinek şairên din jî dîtiye. Ji edîtorîya wî eşkere ye, Cumhur Ölmez bi xatir matiran ne, bi klîşeyên jibo zimanê me filan ne, bi endîşe û estetîkên edebîyatê li eseran dinêre ku ji vê sekna wî pir hez dikim.
Ji Kovara Vînê tewrî zêde kêfa min ji pirsan ra hat, pirsên di roportajekê da ji Fatma Savci hatibûn pirsîn. Kovara Vînê pirsîye, gotiye ”Dibêjin gul nexweş e, xêr e?”, pirseka din, gotiye ”Kejal Ehmed çima ewqas ji qehweyê hez dike?”, pirseka din, gotiye ”Annabel Lee û Binefşa Narîn çiyê hev in?” û di dawîyê da jî ji Fatma Savci ra hatiye gotin ku pirsekê ji xwe bipirse, lê cewabê mede.
Ez jî pirsekê, du pirsan, sê pirsan bipirsim ji xwe ”Eger dîrektorê Kovara Vînê ne Selîm Temo lê Cumhur Ölmez bûya wê çend şiîr û nivîsên hejmara wê ya 1ê bihatana redkirin? Cumhur Ölmez wê li rê berê me bida edebîyateka çawa? Min ê bi eşq û evîneka çito bixwenda Kovara Vîn?” Cewaban zanim, lê naxwazim bêjim, nabêjim.
Kovara Vînê bi xêr ne, bi tehlî û tirşî hat edebîyata me. Di hejmarên pêş da dixwazim edebîyatekê bixwînim, edebîyateka rê dizane, edebîyateka tevdîrê digerîne û teqdîrê heq dike, bi vî halî bi vî malî nabe.
Haaaa, kî me ez ku wanî gotinên gir dikim? Berî her tiştî, berî Kurdbûnê jî elbet, xwendevan im û xelas. A me xwendin, a me gotin. Jê pê va, ya kar e ya zirar, ya masî ye ya kûsî.