Xatirayên Civata Xwendinê

16/12/2025
156 caran hatiye xwendin

Van royên 2025an diqedînin, çend mubtelayên edebîyatê li dora koma nav Civata Xwendinê top bûne, bo sala 2026an lîsteyên xwendinê diweşînin.

Kom, bi lîsteyan yek a şiîran, yek a xatirayan, yek jî a çîrok û romanan 3 konên onlayn vedigire. Li konê şiîran Aydin Ekîn û Rêzan Diljen rêberîyê dikin, li konê çîrok û romanan Şêrko Janzêm û Înan Eroglu, û li konê xatirayan jî Mihemedê Qaxizmanî û Qesîm Etmanekî.

Bi salan e bala min li ser kitabên xatirayan e û ro bi ro, her ku dare qinyata min hîn jî hasil dibe ku qedera edebîyata me di destê kitabên xatirayan da ye.

Li gor fikra min, edebîyata me xwe çiqas pir bispêre kitabên xatirayan wê ewqas şên bibe û deng bide.

Hinek milet bi romanên xwe meşhûr in, hinek bi şiîr, hinek bi çîrok, her hinek bi şeklekî bi tiştekî. 

Erd û ezmanê me, xerb û şerqê me, guherîn û veguherîna rabûn û rûniştina me, serîhildana me, berîbadana me, hêrsa me herba me, aşî û başîya me, rindîya me werhasil, werhasil xerabîya me, xatirayên li dinê wekî din li ti derê tunene çêdikin.

Eger em van ferq bikin û qeyd bikin bi xatirayan, bi reng û dengê zimanê xwe, ewê tiştekî me yî orîjînal jî hebe. Tew belkî hinek jî navekî li edebîyata me bikin, bêjin edebîyata xatirayan.

Şiîr, çîrok û roman bixwazin nexwazin li mecaz û metaforan digerin, lê xatirayên xas bi eslê xwe bi xwe mecaz û metafor in. 

Dixwînim şiîr, çîrok û romanan jî, ezê dîsa jî bixwînim lê bo sala 2026an ezê ji konên Civata Xwendinê, a pir li konê xatirayan bim ku li wir kitabên Osman Sebrî, Mehmet Özalp, Eskerê Boyîk, Fatma Savcı, Zinarê Xamo, Firat Cewerî, Ehmedê Mirazî, Nûredîn Zaza, Emerîkê Serdar û Hesen Hişyar Serdî hene.

Oxira Civata Xwendinê oxirê xêre be de, pir dixwazim ku kom, tam û temam sînerjîyeka xwendinê çêke û bo pêşveçûna edebîyata me bibe merkezeka bi îtibar, çi bi şiîr, çi bi çîrok û roman, û çi bi xatira. 

Herkes dikare here konên civata xwendinê û ser kitaban şêwr û mişêwrên onlayn bike. 

⁠https://linktr.ee/civataxwendine

Belkî Bala Te Bikişîne:

Defterên Eskerê Boyîk

Meşa Xatirayan û Qehwexaneya Azadê

Çi Şên Bûn Çi Edebîyat Bûn Kafeyên Diyarbekir

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON

<

Gepkirina Nîzamîyê Genceyî

>

Radyoya Mirinê Radigihîne û Fotografek