In his memoirs, the blogger Zinarê Xamo speaks of Mehmed Emîn Bozarslan with profound love and respect. Xamo notes that by the early 1970s, Bozarslan’s name was already spoken of with great reverence due to his books and research on the Kurds. Every young person at the time dreamt of one day meeting him or sitting in his company.
In the summer of 1974, a young Zinar—who was then a bookseller in Wêranşar—traveled to Istanbul to purchase stock from Koral Publishing. While he was there, a man dressed in black, carrying a briefcase, entered with a polite greeting. Zinar did not recognize him. The man did not stay long; he left shortly after finishing his business. Once he had gone, those at the publishing house asked Zinar, “Do you know who that was? That was Mehmed Emîn Bozarslan.”
Zinarê Xamo recalls:
“When I heard it was Mehmed Emîn Bozarslan, I ran outside to find him, to walk in his presence, to hold his hand. I ran here and there, but I could not find him. I was deeply saddened.”
Due to the constant threat of imprisonment and other dangers, Bozarslan left Turkey in 1979 to seek asylum in Sweden. A year later, in 1980, Zinarê Xamo also moved to Sweden, where he finally met the man in the black suit with the briefcase and sat with him.
Writing in his diary in 1985, Xamo observed Bozarslan’s reclusive lifestyle: “In truth, no one sees him. He never goes to meetings; he does not attend Kurdish funerals or celebrations. He stays in his home and works like an ant.”

Interviews published in journals such as Deng and Dengê Komkar reveal that upon starting his life in Sweden in 1980, Bozarslan drew up a 20-year work program (running until the year 2000) and strictly adhered to it.

In 2013, the magazine Nûbihar, under the editorial guidance of Ayhan Geverî, prepared a special dossier on Bozarslan. In the introduction, Geverî states: “For Kurdish literature, language, and folklore, Mehmed Emîn Bozarslan is a vital milestone. Thanks to his work, many issues were brought to light more strongly and swiftly.”
In the same dossier, Rohat Alakom highlights Bozarslan’s 1968 edition of Ehmedê Xanî’s Mem û Zîn, which included a Turkish translation. Alakom notes that this book dealt a heavy blow to those forces attempting to deny the existence of Kurdish literature.
An anecdote from Martin van Bruinessen captures the atmosphere of those years perfectly. Van Bruinessen recalls that in 1975, in a village in Mardin, he was gifted a copy of Bozarslan’s Mem û Zîn. The book was damp and weathered, having been buried underground for several years to hide it from the authorities.

Rohat Alakom di dosyeyê da balê dikişîne ser Mem û Zîn a Ehmedê Xanî ya Mehmed Emîn Bozarslan sala 1968an tevî tercûmeya bi Tirkî derxistiye û dibêje vê kitabê derbeka mezin li wan hêzan xist ku hebûna edebîyata Kurdî înkar dikirin.
Xatirayeka di nivîsa Martin van Bruinessen da atmosfare wan salan tam raber dike. Martin van Bruinessan dibêje sala 1975an li gundekî Mêrdînê, nusxeyeka wê Mem û Zîn a bi tercûmeya Mehmed Emîn Bozarslan hedîye dane wî; nusxe ji wan nusxeyên bi rutûbet bûye ku çend salan di bin axê da hatine veşartin.
Before the end of 2010, journalist Mutlu Çiviroğlu interviewed Bozarslan for Voice of America. When Çiviroğlu mentioned, “We don’t see you on radio or television,” the scholar replied that it was not his habit to show himself on TV or talk about himself. He remarked that those who wished to know him could simply read his books.
That great master, Mehmed Emîn Bozarslan—the Seyda who touched so many hearts—passed away on February 9, 2026, in Uppsala, Sweden, at the age of over 90, far from his birthplace of Diyarbekir.
Omer Faruk Baran
This text draws from the archives of Zinarê Xamo’s blog, Voice of America, Nûbihar Magazine, Deng Magazine, and Dengê Komkar. The photographs included in the original text are from the archive of Rohat Alakom.
Bloger Zinarê Xamo di xatirayên xwe da bi hez û hirmeteke mezin behsa Mehmed Emîn Bozarslan dike.
Zinarê Xamo dibêje navê Mehmed Emîn Bozarslan jiber kar û kitabên wî yên ser Kurdan hîn serê salên 1970î bi hirmet dihat gotin û her gêncî dixwest rojekê wî bibîne, bi wî ra rûne.
Gênc Zinar, ku sala 1974an li Wêranşarê kitabçi bûye, havîna wê salê çûye Stenbolê, çûye Weşanxaneya Koralê ku kitabne bistîne.
Dema Gênc Zinar li Weşanxaneya Koralê bûye, kincên reş lê, çente di destan da, bi silaveka kubar Mehmed Emîn Bozarslan ketiye hindur, lê wî ew nas nekiriye.
Pir nesekeniye li weşanxaneyê Mehmed Emîn Bozarslan, hema derketiye çûye û piştî çûye ji Gênc Zinar ra gotine ‘’Tu zanî ew kî bu? Mehmed Emîn Bozarslan bû..’’
Zinarê Xamo dibêje dema min bihîst ew Mehmed Emîn Bozarslan e, min baz da derve, ji bo ku ez wî bibînim û pê tewaf bibim, bi destê wî bigirim, vir da reviyam, wê da reviyam, lê min nedît, ez pir li ber ketim..’’
Mehmed Emîn Bozarslan jiber heps û talûkeyên din ji Tirkîyê derketiye, îltîca kiriye sala 1979an, çûye Swêdê. Salekê li dû wî, sala 1980î Zinarê Xamo jî derbazî Swêdê bûye û wî ew mêrikê kincên reş lê, çente di destan da li wir dîtiye, pê ra rûniştiye.
Sala 1985an, Zinarê Xamo di deftera xwe da ser Mehmed Emîn Bozarslan gotiye ‘’Bi rastî jî kes wî nabîne, tu carî naçe civînan, naçe şîn û şahîyên Kurdan, wer di mala xwe da ye û wek mûriyan dixebite..’’
Roportajên di kovarên nola Deng û Dengê Komkar da derketine raber dikin ku Mehmed Emîn Bozarslan piştî dest bi heyata li Swêdê kiriye, sala 1980î programa xwe ya 20 salan, programa heta sala 2000î çêkiriye û li gor wê xebitiye.
Kovara Nûbiharê sala 2013an bi rêberîya Ayhan Geverî ser Mehmed Emîn Bozarslan dosyeyek hazir kiriye.
Ayhan Geverî di destpêka dosyeyê da dibêje ‘’Ji bo edebiyat û ziman û folklora Kurdan, Mehmed Emîn Bozarslan qonaxeke girîng e û bi xêra xebatên wî gelek mesele xurttir û zûtir hatine dîtin.’’
Rohat Alakom di dosyeyê da balê dikişîne ser Mem û Zîn a Ehmedê Xanî ya Mehmed Emîn Bozarslan sala 1968an tevî tercûmeya bi Tirkî derxistiye û dibêje vê kitabê derbeka mezin li wan hêzan xist ku hebûna edebîyata Kurdî înkar dikirin.
Xatirayeka di nivîsa Martin van Bruinessen da atmosfare wan salan tam raber dike. Martin van Bruinessan dibêje sala 1975an li gundekî Mêrdînê, nusxeyeka wê Mem û Zîn a bi tercûmeya Mehmed Emîn Bozarslan hedîye dane wî; nusxe ji wan nusxeyên bi rutûbet bûye ku çend salan di bin axê da hatine veşartin.
Medyakar Mutlu Çiviroğlu berî 2010 biqede di ser Dengê Amerîka ra bi Mehmed Emîn Bozarslan ra xeber daye.
Gava Mutlu Çiviroğlu ji Mehmed Emîn Bozarslan ra dibêje ‘’Em te li ser radyo û televîzyonan nabînin’’, ew dibêje ne adetê wî ye ku ew di televîzyonan da xwe nîşan bide û qala xwe bike û dibêje kesên dixwazin wî nas bikin, dikarin kitabên wî bixwînin.
Ew Mehmed Emîn Bozarlsan, ew seyda ku ket dilan li dilan deng da, 9ê Sibata 2026an li Uppsala ya Swêdê bi heyateka li ser 90î xistiye dûr ji Diyarbekir a lê hatiye dinê can da.
Vê nivîsê ji arşîvên bloga Zinarê Xamo, Dengê Amerîka, Kovara Nûbiharê, Kovara Deng, Kovara Dengê Komkar îstîfade kiriye. Fotografên di nivîsê da ji arşîva Rohat Alakom in.