Yêrêvan Xeber Dide

24/01/2026
139 caran hatiye xwendin

Para Kurdî ya Radyoya Yêrêvanê sala 1955an dest bi weşanê kiriye.

Vê radyoyê bi tesîra xwe kiriye ku navê wê di nêv milet da dûz, dîrekt bibe Radyoya Kurdî.

Rêber û berpirsê Radyoya Kurdî Xelîl Mûradov sala 1979an di Rêya Teze da ser vê radyoyê gotiye ‘’gazeteya bê kaxez û bê hidûd’’

Dengê vê radyoyê ji Ermenistanê demeka dirêj kultûra salên Sovyetê bela kiriye.

Yılmaz Çamlıbel di nivîseka xwe da ser wan salan dibêje li ber dengê radyoyê dawet û dîlan bû û nimûneyeka enteresan dide.

Dibêje, Yılmaz Çamlıbel dibêje, mele, şêx û sofîyên Kurd him tizbîyên xwe dikişandin him jî bi tesîra radyoyê bi dengê bilind digotin:


sala hezar hijdeh bîst 

me xeberên xweş bihîst 

hatine cem me komunîst

bîr nakim ha bîr nakim 

kirina Lênîn bîr nakim

riya Lênîn unda nakim 

bîr nakim ha bîr nakim 

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Bang: Destekê Bidin Perxudres Podcastê

>

Sirûc – 1976: Li Merasîma Definkirina Fevzi Aslansoy