Mektûba Guhdar T.: Merzelên Dixtoran

26/05/2026
93 caran hatiye xwendin

Ev çar sal e ez tibê dixwînim. Çar sal çawa derbaz bûn û çûn, min çi kir, ez çi dikim, ez nizanim. 

Sê salan dersên me gelekî teorîk bûn. Me nexweş nedidît, tenê nexweş ne, me qet merivekî cûda jî nedidît. Tenê mamoste û heval bûn li derdora me û jîyan her roj îzole derbaz dibû. 

Sala çaran, staja me destpê kir. Heta me mantiqa stajê fehm kir rojekê em hatin dawîya salê û acîlê.

Dersa me ya pêşî CPR bû, kardîyopulmoner resîtasyon di zimanê tibê da. Xelk wek masaja qelban dizane. Min ew dersa qet nebe çar pênc caran guhdarî kiribû, min ew weke navê xwe dizanî. 

Dersa duduyan ser staja acîlê bû. Mamoste bi dawîya dersê ra got: Hûn nikarin herkesî xilas bikin, hûn ê  bimeşin û wê merzelek li pey we çêbe. Her dixtorek xwedîyê merzelekî ye.

Bi wan gotinên mamoste kêrek hat gihîşt hestîyên min. Çawa û çima? Çima gor û merzel, çima goristan, min çi kirîye? Ez wê rojê di wê dersê da ji xew rabûm û min teze zanî dixtorbûn çi ye. Ji xew rabûm, lê ketim tiştekî wekî depresyonê. Gotinê tesîr li min kiribû: Her dixtorek xwedîyê merzelekî ye. 

Min ne karî bixwim, min ne karî bixwînim, min ne karî bişixulim. Qelema min li ser tableta min nedigerî. Ez bêjim mirekeba wê qedîya, qelem qelemek wisa nîne. Bi tercîha xwe hatibûm tibê, lê min şaş kiribû gelo? Ji halan ketim halan. Her dixtorek xwedîyê merzelekî ye. 

Ez di dersa acîlê da mam. Ew 17 sal in ku ez dixwînim, ez teze di dersekê da mam. Barê dixtorîyê, zorbûna wê ne bi dersan, lê bi gotinekê li ser milên min e êdî: Her dixtorek xwedîyê merzelekî ye. 

Guhdar T.

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON

<

Bi Minaqeşeya Mem Ararat û Kom Muzîkê Onlyfans

>

Mektûba Guhdar D.: Hesreteka Absûrd