Şeveka Şiîr Şiîr Arjenîka

24/11/2025
131 caran hatiye xwendin

Armanc Dayan û Zeynep Sultan Atlı bi heyecaneka hez û hurmet têda li notên di destên xwe da dinêrîn. 

Wan berî program destpê bike şiîrên şairê şêrgele Arjen Arî cara dawî, dîsa, careka din dixwendin ku nola ku zanibûn îşê wan zor e li pêş bi sedan kesên ji derdora kultûr, sanat û edebîyatê. 

Muzîsyenan, resaman, şair û nivîskaran, medyakaran silavên sivik, silavên lihevrasthatinê, silavên germ, silavên sohbetên sosyal medyayê li hev didan û li benda destpêka programê disekinîn li ser nigan, çinku hema bêja nola her programa me vê programa me jî tam di wextê da destpê nedikir. 

Li ser sûretan awir, hinekî ji vir hinekî ji wir, talîya talî bi tevkarîya Weşanên Sor û Şaredarîya Bajarê Mezin A Amedê, şiîrek li devê Armanc Dayan yek li yê Zeynep Sultan Atlı destpê kir programa Bîranîna Arjen Arî. 

A pêşî pêşangeh bû. Beritan Aykut, Besna Acu, Dilan Yel, Ercan Altuntaş, Evin Çiftsüren, Fatime Ece, Hasan Basri Ankut, Hüseyin Kaplan, İlknur Çağır, Nuşen Özün, Özlem Yıldırım, Pîra Botan, Şevîn Yel û Yusuf Can Sadık bi resim, anîmasyon û hunerên din îşên bi şiîrên Arjen Arî dagirtî pêşkeş dikirin.

Di qelebalixê da, fersend çêbû min bi wan çendekan ra ser eserên wan û ser meyl û muhabeta wan a bi Arjen Arî ra serpilkî sohbet kir.

Hüseyin Kaplan mesela, digo ew şiîra Arjen Arî, ewa bi navê Li Hezê Digerim tê naskirin pir tesîr li wî kiriye û wî xwe daye ber, xwestiye jibo vê şiîrê xususî anîmasyonekê çêke.

Şevin Yel digo ‘’Ez li Goristana Yeniköyê li goreka entresan rast hatim, ez çûm min nihêrî, li ser kevirê gorê Arjen Arî nivîsîne. Min ew li gorê nas kir. Paşê min şiîrên wî xwendin, li vîdyoyên wî nihêrî, min dî destên wî jî şiîr in, loma min xwest ez resimên destên wî çêkim.’’ 

Evin Çiftsüren digo ‘’Ez li ser resimên agir têda dişixulim. Loma ji şiîrên Arjen Arî ewên agir têda bala min dikişînin.’’ û bi resima xwe agirê li dora dara berû raber dikir, bi wê gotina Arjen Arî, çi kiribû, çi bû gunehê dara berû. 

Nuşen Özün jî digot ew şiîrên Arjen Arî ji muzîkan dibihîse, dielime û nîşan dida ku wê resima xwe li gor rîtma muzîkê, bi tiştên ku şiîr û muzîkê anîne bîra wê çêkiriye. 

Fatime Ece, Yusuf Can Sadık û Besna Acu jî behsa çîçek û çiya, behsa barên di şiîrên wî da dikirin û digotin ew şiîrên wî nêzîkî hunerên xwe dibînin.

Li dû pêşangehê sînevîzyon hebû. Di sînevîzyonê da Murat Bayram digot, Arjen Arî tevî temen û heybeta xwe ya mezin dostê gêncan bû, Rizgar Elegez di ser serdana wî ya li Panosê ra behsa tesîra wî ya li şiîrê dikir, Omer Dilsoz digo, kirasê helbestê li bejna wî dihat, Bilal Korkut, digot Arjen Arî kanî ye û digo ez tim tî ji kanîya wî vedixwim, Zülküf Ergün digo Arjen Arî zimanê devkî modernîze kiriye, Omer Fîdan digo Arjen Arî dixwest cewaba wê şiîra Cegerxwîn bide, şiîr û pirs, Kî Me Ez, Şehmust Kurt bi keder digo wî Arjen Arî di saxîya wî da nedîtiye, nas nekiriye û digot çito ku hinek şair wextekê li dû Ehmedê Xanî, Xanîneseb bûn, niha jî hinek şair li dû Arjen Arî, Arîneseb in, Îrfan Amîda digo Arjen Arî, pirek e, derîyên nû vekirine û temsîleka xurt kiriye di şiîrê da, xwişka Arjen Arî, Necla Akay jî digo ez gelekî bi şans im ku ew bi tenê ne bira bû, xwişk bû, dayik bû û heval bû jî û li talîyê Berken Bereh jî digo Arjen Arî ne serê çiyayekî bû, çiya bi xwe bû.

Li ser sahneyê Emerîkê Sidîqayê û Rojhat Turgut behsa pêşbazîya bo şiîran kirin û gotin ku tevî zorî û zehmetîyan jî êdî mektebeka şiîran heye û şairên li dû Arjen Arî şairên nû derdixin. 

Zeyneb Yaş di axaftina xwe da bi xatirayên xwe çû sala 1996an, çû NÇMya Îzmîrê, wan çaxên ew xwendekara unîversîteyê bûye û wê Arjen Arî nû dîtiye. Detayek jî da Zeyneb Yaşê, got Arjen Arî ji bamîyan pir hez dikir. 

Remezan Alan jiber nexweşîya diya xwe nehatibû programê, lê mesajek şandibû. Di mesajê da Remezan Alan digo ew bi programên wanî pir şa ye ku pê dibîne ku qedrê qelême tê zanîn, edebîyat ne bê pal û pişt e.

Beşdarên atolyeyan sertîfika sitandin dûra li ser sahneyê. Dûra jî bi moderasyona Rêzan Diljen, panela Sidiq Gorîcan, Doktor Roger Acun û Rêdûr Dîjle hebû. 

Sidiq Gorîcan behsa xatirayên Arjen Arî kir û got ku her çiqas ew bi şairîya xwe tê naskirin jî metnên wê yên din jî rind in. 

Doktor Roger Acun got poetîkaya Ajren Arî ji gotinên folklorîk dinizile û got ku kesê ku Kurmancî baş nizanibe nikane ji şiîra Arjen Arî fem bike. Li gor Doktor Roger Acun, eger wanî here, dibe ku em çend salên din mecbûr bimînin ferhengokan deynin dawîya kitabên Arjen Arî. Dîsa li gor Doktor Roger Acun şiîra Arjen Arî parnesyen û romantîk e û wî bi metoda Dadaîstan şiîr nivîsîne. Kelîmeyên xwe pêşda, berê bêli kirine yanî. 

Rêdûr Dîjle jî behsa bîr û hafizeya Arjen Arî kir û bi metneka bi mecaz û metaforên wî dagirtî silavek li şiîra wî da. 

Sal sala 2025an, xelata şiîrê bi Ne Şîn E Belkî Hinek Gewr, Mehmet Çalişcî sitand û xelata rûmetê jî Kardeş Türkülerê.

Dûra berê Agit Işık li sahneyê bû, bi tevkarîya Aydın Ekin. Agit Işık, şiîrên Arjen Arî, Berken Bereh û ya Melayê Bateyî li muzîkê xist. Melayê Batayî digo naçim meclîsa bê saz, qey ê min, ez jî êdî nediçûn meclîsa bê şiîr. 

Dûra Kardeş Türküler hat ser sahneyê û bi muzîkên ji rengên cihê fînal li şevê anî. 

Program qedîya, ez ji salonê derketim. Bi tarîya şevê ra, mijeka payîza berzivistan daketibû dilê Diyarbekir. Serê min xweş bi şiîrê, hêvîyên min geş, ez çûm li Anıtparkê rûniştim da werim ser hiş û hemdê xwe. 

Min vekir li kitabê nihêrî, Ne Şîn E Belkî Hinek Gewr a Mehmet Çalişci, şair bû, li pêş çi digo li paş çi digo nizanim, mij bû, min dî şair bû, min di şiîr bû, digo bikim şahî, bikim heyat, bikim reqs, şev şeveka Arjenîka, min nedixwest werim wer hiş û hemdê xwe, na, qetîyen na.. 

Omer Faruk Baran

<

Sira Serketina Erdal Kaya Çi Ye?

>

Nivîskarek Ji Kitabekê Çiqas Pere Qezenc Dike?