Stranbêj heye li ser ekranên TRT Kurdîyê. Gêncên hez û hewesa wan li ser muzîkê heye, derdikevin vê programê stranan dibêjin.
Dinêrim gêncekî xweşik î porxelek xwe diguvişîne, dişidîne xwe, xwe didê û straneka Seyda Perinçek dibêje.
Zanim stranê, stranê zanim, loma bi meraq guhên xwe rind didim ser.
Gêncê xweşik î porxelek dibêje, li ser ekranên TRT Kurdîyê dibêje:
bila kefen ji alê be
li min bigerînin yarê
Al, dibêjim, herhal di vê stranê da ne zelal e, loma hîn jî helal e li ser ekranên TRT Kurdîyê.
Bi xwe tînim, li şûna alê, bi eynî mehneyê beyraqê bi cîh dikim.
bila kefen ji beyraqê be
li min bigerînin yarê
Qesta Seyda Perinçek bi alê, bi beyraqê, kesk û sor û zer e elbet û TRT Kurdî di bin hikmê al, bin hikmê beyraqa sor û sipî da ye li ser ekranên xwe.
Kûr kûr difikirim piştî stranê. Her tişt ketiye nêv hevdu û tiştek ji hev dernakeve, dibêjim, vî zemanî.
Li xwe dinêrim. Misilman im, lê hal û hereketên min dûrî qaîdeyên Îslamê ne, li bajêr rûdinim, lê ne bajarî me, Kurmanc im, lê nikanim xwe Kurmanc bihesibînim tam, wetandaşê Tirkîyê me, lê ne Tirkî me.
Sedsala 21ê ne sedsala dîn û îdeolojîyan e belkî, belkî êdî ne dem û dewrana şekl û şemalan e, lê em însanên bêşans, em bi hêvîyan her ro du ro hetikîn û herimîn.
Tarîx û tekamul têra me nakin êdî, binavkirinên nû bi me lazim in. Da em jî quzilqurtê li vê heyatê çend salan sax û silamet, bi sihet bibînin û hew.